بيان بخصوص هجوم إرهابي ضدّ قواتنا في ديرالزور | Daxuyanî derbarê êrîşeke terorîstî li dijî hêzên me li Dêra Zorê

15 يناير 2026آخر تحديث :

إلى شعبنا والرأي العام

في ظل التصعيد المستمر الذي تشهده مناطق شمال وشرق سوريا، وما يرافقه من محاولات متكررة لزعزعة الأمن والاستقرار، تعرضت إحدى دوريات قواتنا عصر اليوم، لاستهداف بعبوة ناسفة على الطريق الواصل بين بلدتي الباغوز والسوسة، أثناء قيامها بواجبها في حفظ الأمن وحماية المواطنين.

ولم يسفر هذا العمل الإرهابي عن أي خسائر بشرية، واقتصرت الأضرار على الماديات فقط. وتواصل قواتنا عملها دون انقطاع، وهي في حالة جاهزية كاملة لاتخاذ جميع الإجراءات اللازمة، وملاحقة الجهات المتورطة، والتصدي لأي أعمال إرهابية محتملة، وذلك في إطار مسؤولياتها الوطنية بحفظ أمن واستقرار المنطقة وسلامة أهلها.

القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي _ إقليم شمال وشرق سوريا
الخميس ١٥ يناير/كانون الثاني ٢٠٢٦

Ji gelê me û raya giştî re

Bi sedema aloziya berdewam li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên dubare yên ji bo têkbirina ewlehî û aramiyê, îro piştî nîvro yek ji dewriyên me li ser rêya di navbera bajarokên Baxuz û Sûse de, dema ku erkê xwe yê parastina ewlehî û welatiyan pêk dianî, bi teqemeniyek destçêkirî (IED) hate armancgirtin.

Di encama vê kiryara terorîst de ti qurbanî çênebûn, û zirar tenê bi windahiyên madî ve sînordar bû. Hêzên me bê navber karê xwe didomînin û bi tevahî amade ne ku hemî tedbîrên pêwîst bigirin, kesên têkildar bişopînin û li hember her kiryarek terorîstî ya potansiyel, li gorî berpirsiyariya xwe ya neteweyî ya parastina ewlehî û aramiya herêmê û ewlehiya gelê wê, rûbirû bibin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Pêncşem, 15’ê Çileya 2026’an.

عاجل