إلى شعبنا والرأي العام
تداولت بعض الصفحات ومواقع التواصل الاجتماعي مؤخراً أنباءً تزعم فرار مجموعة من السجناء المنتسبين لتنظيم “داعش” الإرهابي من سجن “ديريك” في منطقة ديريك.
إننا في القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي نؤكد أن هذه الأنباء عارية عن الصحة تماماً ولا أساس لها من الواقع.
حيث إن السجن المذكور ليس مخصصاً لمحتجزي تنظيم “داعش” الإرهابي. الحادثة وقعت في نظارة توقيف مؤقتة تضم أشخاصاً موقوفين على ذمة قضايا ومعظم تهمهم تصنف ضمن الجرائم الجنحوية.
تمكن 11 موقوفاً من الفرار من نظارة التوقيف، وعلى الفور استنفرت قواتنا واستجابت للحدث بكل حزم وسرعة.
و تمكنت من إعادة إلقاء القبض على 10 من الفارين، في حين لا تزال عمليات البحث والتحري والتقصي مستمرة ومكثفة لإلقاء القبض على الشخص الحادي عشر والأخير.
كما نؤكد أن قواتنا في حالة استنفار وجاهزية تامة لحفظ الأمن والاستقرار، ونهيب بالإخوة المواطنين والوسائل الإعلامية توخي الدقة والحذر، واعتماد الأخبار من مصادرها الرسمية، وعدم الانجرار وراء الشائعات التي تستهدف زعزعة الاستقرار في المنطقة.
القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي في محافظة الحسكة
25/6/2026
Daxuyanî ji aliyê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Parêzgeha Hesekê
Ji gelê me û raya giştî re
Di van rojên dawî de, hin rûpel û malperên tora civakî agahiyên nederust belav kirine ku tê de tê gotin “komek ji girtîyên girêdayî rêxistina terorîst a “DAIŞ” ji girtîgeha “Dêrik” a li navçeya Dêrik reviyane.
Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi awayekî piştrast diyar dikin ku ev agahî bi tevahî nederust e û tu bingehekî wî a xwe dispêre rastiyê tune ye.
Girtîgeha ku navê wê tê gotin ne ji bo girtîyên rêxistina terorîst a “DAIŞ” hatiye tayînkirin. Bûyera ku qewimî di navendeke girtina demkî de bû, ku tê de kesên li ser dozên cûda hatibûn girtin û piraniya wan bi sûcên cur bi cur têne tawanbarkirin.
11 kesên girtî ji navenda girtina demkî reviyan. Di cih de hêzên me hatin û ketin liv û tevgerê û her wiha bi biryardariyeke bilind bersiv dan bûyerê.
Hêzên me karîbûn 10 ji wan kesên reviyayî dîsa bigirin, lê lêgerîn, lêkolîn û peyçûn bi awayekî berdewam û tund ji bo girtina kesê yanzdehemîn û dawî dewam dike.
Herwiha em piştrast dikin ku hêzên me di rewşeke amadebûn û seferberiya tam de ne ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê. Em bang li hemû welatiyan û medya dikin ku di weşandina agahiyan de hişyar bin, tenê li çavkaniyên fermî bisekinin û li dû gotegotan û propagandayên ku armanca wan têkbirina aramiya herêmê ye neçin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Parêzgeha Hesekê
25/06/2026


