قواتنا تُحبط محاولة هروب جماعية من مخيم الهول | Hêzên me hewldaneke revîna girseyî ji kampa El Holê têk birin.

3 يناير 2026آخر تحديث :

أحبطت قواتنا في مخيم الهول محاولة هروب جماعية نفّذها 33 شخصاً من حاملي الجنسية السورية، وذلك بعد منتصف ليلة أمس الجمعة 2 كانون الثاني/يناير.

وضمّت المجموعة 11 امرأة و21 طفلاً إضافة إلى رجل واحد. وخلال قيام قواتنا بواجبها في حماية المخيم ومراقبته، رصدت فريق المراقبة تحركات غير طبيعية، وعلى الفور توجّهت دورية إلى الموقع وتمكنت من إلقاء القبض عليهم.

وبحسب اعترافات الموقوفين، فقد حاولوا الخروج من المخيم منذ ثلاثة أيام، إلا أن الفرصة لم تسنح لهم سابقاً. وتواصل قواتنا استكمال التحقيقات اللازمة تمهيداً لإعادتهم إلى داخل المخيم واتخاذ الإجراءات القانونية المتّبعة.

Hêzên me yên li kampa El Holê piştî nîvê şevê roja Înê 2ê Çile hewldaneke revîna girseyî ya 33 welatiyên Sûriyeyê têk birin.

Di nav komê de 11 jin, 21 zarok û zilamek hebû. Dema ku hêzên me erkê xwe yê parastin û çavdêriya kampê pêk dianîn, tîma çavdêriyê tevgerên neasayî tespît kirin. Dewriyeyek tavilê ber bi cihê bûyerê ve hat şandin û ew girtin.

Li gorî îtîrafên girtiyan, ew sê roj bûn hewl didan ku ji kampê derkevin lê berê derfet nedîtibûn. Hêzên me lêpirsînên pêwîst didomînin da ku amadekariya vegera wan a kampê û sepandina prosedurên qanûnî yên standard bikin.

عاجل