نعلن في القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي في شمال وشرق سوريا للرأي العام ما يلي:
في إطار مهامنا لحماية أمن واستقرار مناطقنا، اشتبك قواتنا في جهاز الأمن العام عصر يوم أمس السبت مع شخصين إرهابيين من خلايا داعش بالقرب من بلدة محيميدة، كانا يستقلان دراجة نارية، وذلك بعد رصدهما إثر قيامهما باستهداف مركبة تُقِل أعضاء من قواتنا في قسم العمليات صباح يوم أمس السبت وبذات المكان.
تمكنت قواتنا من تحديد موقع المهاجمين ورصدهما بدقة وتوقيفهما بعد اشتباك قصير، أُصيب خلاله أحدهما، دون وقوع أي خسائر في صفوف قواتنا، كما تمت مصادرة الدراجة النارية وعدد من الأسلحة والذخائر، حيث سنعرض لشعبنا اعترافاتهما مُفصلةً للرأي العام فور إنتهاء التحقيقات.
نؤكد في قوى الأمن الداخلي مواصلة جهودنا في مكافحة الإرهاب وحماية شعبنا، ونتوعد بضرب أوكار خلايا الإرهارب دون تردد، وندعو الأهالي إلى التعاون والإبلاغ عن أي تحركات مشبوهة.
القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي – شمال وشرق سوريا
الأحد ٢٨ أيلول/سبتمبر ٢٠٢٥
Em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji raya giştî re wiha radigihînin:
Di çarçoveya erkê me yê parastina ewlehî û aramiya herêmên me de, hêzên me yên Dezgeha Ewlekariya Giştî duh piştî nîvro, roja Şemiyê, li nêzîkî bajarokê Mihêmêde bi 2 terorîstên DAIŞê yên ku li motosîklê siwar bibûn re pevçûn. Her du çete di sibeha duh roja Şemiyê de erebeyek ku endamên hêzên me yên Beşa Operasyonê tê de bûn, hedef girtin.
Hêzên me êrîşkar tespît kirin û şopandin, piştî pevçûnek kurt ew hatin girtin. Yek ji wan birîndar bû û di nav hêzên me de ti qurbanî çênebûn. Motosîkil û hejmarek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Em ê mikurhatinên wan piştî ku lêpirsîn biqedin ji raya giştî re pêşkêş bikin.
Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hewldanên xwe yên berdewam ji bo şerê li dijî terorê û parastina gelê xwe piştrast dikin. Em soz didin ku bêyî dudilî li veşartgehên şaneyên terorîst bixin, û em bang li welatiyan dikin ku hevkariyê bikin û her tevgerên gumanbar ragihînin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Yekşem, 28ê Îlonê, 2025


