قواتنا تُحبط محاولة سرقة منزل وإلقاء القبض على شخصين وضبط أسلحة ومخدرات بحوزتهما | Hêzên me hewldana dizîna malekê têk birin, du kes girtin û çek û madeyên hişber ên di destê wan de desteser kirin

21 ديسمبر 2025آخر تحديث :

تمكنت مكافحة الجريمة من إحباط محاولة سرقة أحد المنازل يوم أمس السبت 20 كانون الأول، بعد إلقاء القبض على شخصين كانا يخططان لتنفيذ جرم السرقة، وذلك ضمن جهودها المستمرة في حفظ الأمن وحماية ممتلكات المواطنين.

وإن المتهمين قاما بالتخطيط المسبق لسرقة منزل أحد المواطنين مستغلين معرفتهما بامتلاكه المال. وبعد متابعة تحركاتهما ورصد نشاطهما، جرى ضبطهما أثناء محاولتهما الشروع في تنفيذ السرقة، حيث كان بحوزتهما أدوات مخصصة لكسر وخلع باب المنزل.
وعقب إلقاء القبض عليهما، داهمت دورياتنا منازلهما، وضبطت بحوزتهما أسلحة وذخائر شملت بندقية، وسلاح كلاشنكوف، وأربعة مخازن، إضافة إلى مسدس، وجعبة عسكرية، إلى جانب مواد المخدرة.

وأكدت مكافحة الجريمة أنه جرى اتخاذ الإجراءات القانونية اللازمة بحق الموقوفين، وإحالتهما إلى القضاء، مشددة على استمرار جهودها في مكافحة الجريمة وملاحقة كل من يحاول المساس بأمن المجتمع أو التعدي على ممتلكات المواطنين.

Yekîneya Dijî Tawana roja Şemiyê, 20`ê Kanûnê, piştî girtina du kesên ku plana diziyê dikirin, hewldaneke dizîna malekê bi serkeftî têk bir. Ev operasyon di çarçoveya hewldanên me yên berdewam ên ji bo parastina ewlehiyê û parastina milkê welatiyan de hate kirin.

Gumanbaran plan kiribûn ku mala welatiyekî bidizin û zanîbûn ku pere li cem wî hene. Piştî şopandina tevger û çalakbûna wan, dema ku hewl didan diziyê bikin hatin girtin. Amûrên ku ji bo şikandina derî û vekirina bi zorê dihatin bikaranîn di destê wan de hatin dîtin.

Piştî girtina wan, dewriyeyên me serdegirtin li malên wan kirin û çek û cebilxane di nav de tivingek, tifinga Kalaşnîkov, çar carcûr, dabancayek, rextekî leşkerî û madeyên hişber desteser kirin.

Yekîneya Dijî Tawanan piştrast kir ku tedbîrên qanûnî yên pêwîst li dijî kesên girtî hatine girtin û ew ji bo dadweriyê hatine şandin her wiha tekez kir ku hewldanên wê yên ji bo têkoşîna li dijî tawanan û şopandina her kesê ku hewl dide zirarê bide ewlehiya civakê yan jî destdirêjiyê li ser milkê welatiyan bike, berdewam in.

عاجل