بيان بخصوص حادثة انتحار لشاب في العقد الثالث من عمره في مقاطعة الجزيرة | Daxuyanî Derbarê Xwekuştina xortekî Sî Salî li Kantona Cizîrê

18 نوفمبر 2025آخر تحديث :

إلى شعبنا والرأي العام

يوم الخميس 13 تشرين الثاني/نوفمبر، ورد بلاغ إلى مكافحة الجريمة يفيد بوجود حالة إطلاق نار على شاب في العقد الثالث من عمره داخل منزله الواقع في الحي الغربي بمدينة قامشلو.

على الفور توجّه أعضاء قسم مسرح الجريمة إلى الموقع، وتم اتخاذ الإجراءات اللازمة للكشف والتحقيق. وبحسب تقرير الطبيب الشرعي، تبيّن أن الشاب أقدم على إطلاق النار على رأسه بواسطة مسدس عيار 6.5، وقد فارق الحياة بعد نقله إلى مستشفى السوري التخصصي في المدينة.

إننا في قوى الأمن الداخلي، وإذ نتقدم بأحرّ التعازي إلى ذوي الفقيد، نؤكد أن بعض ضعاف النفوس حاولوا استغلال الحادثة عبر بثّ الشائعات والادعاءات المضللة على مواقع التواصل الاجتماعي، مدّعين بأن الشاب توفي تحت التعذيب في دور التوقيف التابعة للإدارة الذاتية. نؤكد بشكل قاطع أن هذه المزاعم عارية تماماً عن الصحة، وأن الشاب لم يكن موقوفاً لدى قوى الأمن الداخلي، ولا توجد بحقه أي شكوى.

ونشدّد على أن محاولات التحريض وخلق الفتنة بين أبناء شعبنا لن تثنينا عن أداء واجباتنا في حفظ الأمن والاستقرار في عموم مناطق شمال وشرق سوريا، وسنقوم باتخاذ الإجراءات اللازمة بحق كل من يسعى لإثارة الفوضى ونشر الأكاذيب، وتقديمهم إلى العدالة لينالوا جزاءهم العادل.

القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي في إقليم شمال وشرق سوريا
الثلاثاء 18 تشرين الثاني 2025

Ji gelê me û raya giştî re

Roja Pêncşemê 13ê Mijdarê, Dijî Tawanan giliyek wergirt ku tê de xortekî sî salî di hundirê mala xwe de li taxa Xerbî ya Qamişloyê guleyek li xwe xistiye.

Endamên Dijî Tawanan tavilê çûn cihê bûyerê û tedbîrên pêwîst ji bo lêpirsînê girtin. Li gorî rapora şer’î, xort bi damanceya 6.5 mm gule avêtî serê xwe û piştî ku ji bo Nexweşxaneya Taybet a Sûrî ya li bajêr hate veguhastin koça dawî kir.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata xort re dixwazin, piştrast dikin ku hin kesên bêwijdan hewl dane ku vê bûyerê bi belavkirina gotegot û îdiayên şaş li ser medyaya civakî bikar bînin, ku îdia dikin ku ciwan di bin îşkenceyê de li navendên binçavkirinê yên Rêveberiya Xweser miriye. Em bi tundî dibêjin ku ev îdia bi tevahî derew in, ku ciwan di bin çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de nebûye, û li dijî wî ti gilî nehatine kirin.

Em tekez dikin ku hewldanên ji bo gurkirin û çandina nakokiyan di navbera gelê me de dê me ji bicihanîna erkên xwe yên parastina ewlehî û aramiyê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dûr nexe. Em ê tedbîrên pêwîst li dijî her kesê ku dixwaze tevliheviyê gur bike û derewan belav bike bigirin, û em ê wan radestî edaletê bikin da ku cezayê xwe yê adil bistînin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Sêşem, 18ê Mijdara 2025an

عاجل