إجتمع القائد العام لقوات سوريا الديمقراطية مظلوم عبدي برفقة عدداً من القياديين العسكريين ضمن صفوف قسد والقيادة العامة لقوى الامن الداخلي في شمال وشرق سوريا اليوم الجمعة السابع من شهر آذار الجاري مع قائد قوات التحالف الدولي ووفد كبير من شيوخ ووجهاء مدينتي الطبقة والرقة
عُقِدَ الإجتماع في مدينة الرقة وتم التباحث في التطورات الحاصلة في سوريا بشكل عام وشمال وشرق سوريا بشكل خاص، حيث هنا القائد العام لقوات سوريا الديمقراطية الحضور بمناسبة شهر رمضان المبارك
كما أكد المجتمعين على ضرورة إيجاد حلول سلمية للمشاكل العالقة، كما وتم التأكيد على ضرورة محاربة داعش ودعم الأستقرار والأمن في المنطقة
تم إقرار عدد من المخرجات في الاجتماع وهي:
١- الأزمة السورية لا يمكن حلها إلا بالحوار السوري/السوري و نحن متفقين مع دمشق على استبعاد الحل العسكري
٢- سيتم تشكيل وفد من أهالي المنطقة بكل مكوناتها للحوار مع دمشق حول مستقبل المنطقة و الدولة السورية
٣- إبداء الاستعداد لدمج مؤسسات الإدارة الذاتية مع هيكل الدولة السورية ، لكن وفق التوافق بعد بدء الحوار
٤- سيتم إطلاق حزمة إصلاحات إدارية و اقتصادية تصب في مصلحة أهالي المنطقة في القريب العاجل
٥ – ننفي وجود أي أفراد من فلول النظام السابق أو العناصر الإيرانية في مناطقنا
٦- سنعمل على إصدار عفو عن سجناء الحق العام بمناسبة حلول شهر رمضان الكريم
٧- تأكيد قائد التحالف الدولي على دعمهم للحلول السلمية وحل المشاكل عن طريق الحوار بين جميع الأطراف
إجتمع القائد العام لقوات سوريا الديمقراطية مظلوم عبدي برفقة عدداً من القياديين العسكريين ضمن صفوف قسد والقيادة العامة لقوى الامن الداخلي في شمال وشرق سوريا
Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdîê tevî hejmarek ji serkirdeyên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro Înê 7ê Adarê bi Fermandarê Hêzên Hevpîmana Navdewletî û şandeke mezin a rûsipiyên bajarê Reqa û Tebqayê re civiyan.
Civîna ku li bajarê Reqayê hate lidarxistin, geşedanên li Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî diqewimin hatin gotûbêjkirin û di wê civînê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi boneya Meha Remezanê bi xêrhatina beşdaran kir.
Herwiha amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya dîtina çareseriyên aştiyane ji bo kêşeyên heyî kirin û tekez li ser pêwîstiya rûbirûbûna DAIŞê û piştevanîkirina aramî û ewlehiyê li navçeyê kirin.
Di civînê de gelek encam hatin pesendkirin, ew jî ev in:
1- Krîza Sûriyê tenê bi diyaloga Sûrî/Sûrî çareser dibe û em bi Şamê re li hev dikin ku çareseriya leşkerî ji holê tune be.
2- Şandeyek ji gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji bo diyaloga bi Şamê re derbarê paşeroja herêmê û dewleta Sûriyê de bê avakirin.
3- Ragihandina amadebûna xwe ji bo yekxistina saziyên rêveberiya xweser bi pêkhateya dewleta Sûriyê re, lê li gorî lihevkirinê piştî destpêkirina diyalogê.
4- Di demeke nêzîk de pakêteke çaksaziyên îdarî û aborî ku xizmeta berjewendiyên gelên herêmê dike, were destpêkirin.
5- Em hebûna endamên paşmahiyên rejîma berê û pêkhateyên Îranê li herêmên me red dikin.
6- Em ê bi boneya Meha Remezanê ji bo girtiyên hiqûqa giştî efûyê derxin.
7- Fermandarê hevpeymaniya navdewletî piştevaniya wan bo çareseriyên aştiyane û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê di navbera hemû aliyan de piştrast kir.









