بيان حول حادثة استشهاد أحد أعضائنا في كوباني إثر مداهمة أوكار تجار المخدرات | Daxuyanî derbarê şehadeta endamekî me li Kobanê piştî serdegirtina li ser cihên bazirganên narkotîkê

2 نوفمبر 2025آخر تحديث :

إلى شعبنا الرأي العام

بتاريخ يوم الأحد ٢ تشرين الثاني، نفّذت مكافحة المخدرات عملية مداهمة لأحد أوكار تجار ومروّجي المخدرات في مدينة كوباني، ضمن إطار الجهود المستمرة لمكافحة هذه الآفة التي تهدد أمن واستقرار المجتمع.

وخلال تنفيذ العملية، وقع خطأ غير مقصود في التنسيق الميداني بين أقسامنا المشاركة في المهمة، ما أدى إلى إصابة أحد أعضاء قواتنا، الرفيق شيركو، إصابةً بالغة، نُقل على إثرها إلى المشفى، حيث استشهد متأثراً بجراحه.

تم فتح تحقيق شامل ودقيق فور وقوع الحادثة، للوقوف على جميع تفاصيلها وتحديد المسؤوليات وفق القوانين والتعليمات النافذة، بما يضمن عدم تكرار مثل هذه الأخطاء مستقبلاً.

وتتقدّم القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي بأحرّ التعازي والمواساة إلى ذوي الشهيد الرفيق شيركو، وإلى رفاقه،
وفي الوقت نفسه، نُهيب بجميع الأهالي التحلّي بضبط النفس وعدم الانجرار وراء ردّات الفعل أو التصرفات الفردية، وعدم التعرّض بأذى لأي طرف كان. إننا نؤكد أنّ قواتنا تقف على تفاصيل الحادثة وتتابع مجرياتها، وسيُحاسَب كل من يثبت تقصيره وفق القوانين والتعليمات النافذة.
إنّ الحفاظ على الأمن والاستقرار مسؤولية جماعية، ونُجدّد دعوتنا للجميع إلى الالتزام بالهدوء وانتظار نتائج التحقيقات، وفاءً لدماء الشهيد وصونا لأمن المجتمع.

القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي – شمال وشرق سوريا
الأثنين ٣ تشرين الثاني/نوفمبر ٢٠٢٥

Ji gelê me û raya giştî re

Roja Yekşemê 2`ê Mijdarê û di çarçoveya hewldanên berdewam ên ji bo têkoşîna li dijî vê belayê ku gefan li ewlehî û aramiya civakê dixe, Yekîneya Dijî Narkotîkê li bajarê Kobanê serdegirtinek li ser yek ji cihên bazirgan û pêşvebirên narkotîkê, pêk anî
.
Di dema pêkanîna çalakiyê de, di koordînasyona meydanî ya di navbera beşên me yên beşdarî vê erkê bibûn şaştiyeke nexwestî çêbû, di encama wê de endamekî hêzên me, rêheval Şêrgo, bi giranî birîndar bû, piştre ew rakirin nexweşxaneyê û di encama birînên xwe de şehîd bû.

Ji bo diyarkirina hemû hûrgilê û diyarkirina berpirsan li gorî qanûn û perspektîfên derbasdar, yekser piştî bûyerê lêpirsîneke berfireh û hûrgilî hate destpêkirin, da ku di pêşerojê de şaştiyên bi vî rengî dubare nebin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata rêheval Şêrgo û hevalên wî re dixwaze.

Di heman demê de em bang li şêniyên xwe dikin xwe ragirin û ji bertekê bêhemdî yan jî yekalî dûr bikevin û ji zerarê nedin tu alî. Em piştrast dikin ku hêzên me li ser hûrguliyên bûyerê disekinin û rewşê dişopînin. Her kesê ku bêxem be dê li gorî qanûn û perspektîfên derbasdar, hesab ji wan were xwestin.

Parastina ewlehî û aramiyê erkeke kolektîf e û ji bo parastina ewlehiya civakê, banga ji her kesî re nû dikin ku aram bimînin û li benda encamên lêpirsînan bin. Ew jî ji bo wefedariya ji xwîna şehîdan re û ji bo parastina ewlehiya civakê.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Duşem, 3ê Mijdarê 2025

عاجل