شيّعت قواتنا عصر اليوم الأحد 20 تموز/يوليو، جثمان الشهيد أحمد الحمدون، الذي ارتقى شهيداً أثناء أداء واجبه الوطني خلال مداهمة أوكار تجّار المخدرات في منطقة طرطب جنوب مدينة قامشلو. جرت مراسم التشييع في مزار الشهداء بمدينة ديرك، بمشاركة رسمية وشعبية واسعة.
بدأت المراسم بالوقوف دقيقة صمت إجلالاً وإكباراً لأرواح شهدائنا الأبرار، بحضور القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي في شمال وشرق سوريا، وهيئة الداخلية في مقاطعة الجزيرة، إلى جانب عدد من الضباط وصف الضباط، وجمع من الأهالي.
وخلال المراسم، أُلقيت كلمات باسم المؤسسات والقوى المشاركة، حيث تم تقديم التعازي الحارة لذوي الشهيد، والتأكيد على تضحيات الشهداء الذين يروون بدمائهم الزكية تراب هذا الوطن في سبيل الحرية والكرامة. كما شدد المتحدثون على أن الجرائم التي يرتكبها تجّار ومروجو المخدرات لن تمر دون حساب، وأن قوى الأمن الداخلي ستواصل ملاحقة كل من تسوّل له نفسه المساس بأمن واستقرار المجتمع.
وفي ختام المراسم، تمّت قراءة وثيقة الشهادة على مسامع الحضور وتسليمها إلى ذوي الشهيد، ليوارى بعدها جثمانه الطاهر الثرى وسط زغاريد الأمهات ودموع الفخر والوفاء.
Îro yekşemî 20’ê Tîrmehê piştî nîvro, hêzên me cenazeyê şehîd Ehmed El-Hemdûn ê ku dema erka xwe ya niştimanî pêk dianî, li herêma Tertebê ya li başûrê bajarê Qamişlo di encama serdegirtina bargehên bazirganên hişbir de şehîd bibû, oxir kirin. Merasîma oxirkirina cenazeyê li goristana şehîdan a bajarê Dêrikê, bi beşdariyeke fermî, gelî û berfireh hat lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pakê şehîdên me dest pê kir. Di merasîmê de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê, hejmarek efser û girseya şêniyan amade bûn.
Di merasîmê de li ser navê sazî û hêzên beşdar axaftin hatin kirin. Di berdewamiya axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û bal hat kişandin ser fedekariya şehîdên ku di rêya azadî û rûmetê de bi xwîna xwe ya hêja axa vê xakê avdane. Her wiha axafêveran tekez kirin ku tawanên bazirganên hişber bê ceza namînin û hêzên Ewlekariya Hundirîn dê berdewam bin li ser şopandina her kesê ku biwêre ewlehî û aramiya civakê têk bibe.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ji beşdaran re hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin. Pişt re cenazeyê wî yê pak di nava tilîliyên dayîkan û hêsirên serbilindî û wefadariyê de hat binaxkirin.











