تمكنت قواتنا في مقاطعة الفرات من إلقاء القبض على شخص كان يحمل كمية من الأسلحة والذخائر غير المرخصة عند أحد الحواجز الأمنية على مدخل مدينة كوباني. وجاءت عملية التوقيف خلال قيام أعضاء الحاجز بواجبهم الروتيني في تفتيش المركبات، حيث عُثر داخل سيارة المشتبه به على أسلحة وذخائر متنوعة.
وبعد تفتيش دقيق، تم ضبط المسدسات والذخائر التالية:
- مسدس من نوع (14 مم) مع مخزنين فارغين باللون الأسود.
- مسدس آخر من نوع (كلوك) معدل مع مخزنين فارغين.
- (14) علبة صغيرة من طلقات بندقية كلاشينكوف.
- (6) مخازن فارغة لبندقية كلاشينكوف.
- (50) طلقة لمسدس عيار 14 مم.
- (16) طلقة من عيار 7 مم.
- (10) طلقات لبندقية صيد.
وقد تم تحويل المشتبه به إلى مكافحة الجريمة، حيث اعترف خلال التحقيقات بقيامه بعمليات بيع وشراء الأسلحة بشكل غير قانوني. وتأتي هذه العملية في إطار الجهود المستمرة لقوتنا لمكافحة الجريمة المنظمة وحظر انتشار الأسلحة غير المرخصة في المنطقة.
وأكدت مكافحة الجريمة أن التحقيقات لا تزال جارية للكشف عن شبكة التوريد والمتورطين الآخرين في هذه العمليات غير المشروعة، مشدداً على أن قوى الأمن لن تتهاون في ملاحقة كل من يسعى إلى زعزعة الأمن واستقرار المنطقة.
Hêzên me yên li herêma Firatê, li xaleke kontrolê ya ewlehiyê ya li deriyê bajarê Kobanê, kesekî ku miqdarek çek û cebilxaneyên bêdestûr hilgirtibû, girtin. Ev girtin di dema muayeneya rûtînî ya erebeyê de ji aliyê karmendên xala kontrolê ve pêk dihat, ku di hundirê erebeya gumanbar de çek û teqemeniyên cûrbicûr hatin dîtin.
Piştî lêgerîneke berfireh, ev damance û cebilxane hatin desteserkirin:
- damanceya 14 mm bi du cercûrên reş ên vala.
- damanceya Glock a guhertî bi du cercûrên vala.
- (14) Qutîyên biçûk ên mermiyên tifinga Kilaşînkovê.
- (6) cercûrên tifinga Kilaşinkovê yên vala.
- (50) mermiyên damanceya 14 mm.
- (16) mermiyên 7 mm.
- (10) Guleyên tivingê.
Gumanbar ji bo Beşa Dijî tawanan hate veguhestin, li wir di dema lêpirsînan de li xwe mikur hat ku bi awayekî neqanûnî çek kiriye û firotiye. Ev operasyon wekî beşek ji hewldanên berdewam ên hêzên me ji bo têkoşîna li dijî tawanên rêxistinkirî û pêşîgirtina li belavbûna çekên bê destûr li herêmê tê.
Dijî tawanan piştrast kir ku lêpirsîn hîn jî berdewam in ji bo eşkerekirina tora dabînkirinê û kesên din ên ku di van operasyonên neqanûnî de beşdar in, û tekez kir ku hêzên ewlehiyê dê dudilî nebin ku her kesê ku dixwaze herêmê bêîstîqrar bike, bişopînin.





