القبض على مروجين ومتعاطين لمواد مخدرة في مقاطعة الفرات | Li kantona Firatê belavkar û bikarhênerên madeyên hişbirê hatin girtin

20 مايو 2025آخر تحديث :

تمكنت قواتنا في مكافحة المخدرات بمدينة كوباني، يوم الاحد 18 أيار/مايو، من إلقاء القبض على شخصين في مدينة كوباني بتهمة تعاطي وترويج المواد المخدرة، وذلك بعد ورود معلومات موثوقة حول نشاطهم.

وبعد جمع المعلومات ومتابعة المشتبه بهم من قبل أعضاء البحث والتحري، جرى توقيفهما وضُبط بحوزتهما مادة الحشيش تقدر كميتها بـ10 غرامات، إضافة إلى أدوات تستخدم في تعاطي المخدرات.

وقد تم تحويل المتهمين إلى القضاء المختص لاستكمال التحقيقات واتخاذ الإجراءات القانونية اللازمة بحقهم.

وتؤكد قواتنا استمرارها في مكافحة مروجي ومتعاطي المخدرات والحد من انتشارها حفاظاً على سلامة المجتمع.

Duh Yekşem 18ê Gulanê, hêzên me yên dijî madeyên hişbirê li bajarê Kobanê 2 kes bi gumana bikaranîn û belavkirina madeyên hişbir girtin ew jî piştî piştî wergirtina agahiyên piştrast li ser çalakiyên wan li bajêr.

Piştî berhevkirina agahiyan û şopandina gumanbaran ji aliyê endamên lêkolîn û lêpirsînê ve, ew kes hatin binçavkirin û di destê wan de 10 gram heşîş tevî alavên ji bo bikaranîna madeyên hişbir hatin desteserkirin.

Gumanbar ji bo temamkirina lêpirsînan û girtina tedbîrên qanûnî yên pêwîst ji dadgeha şareza re hatin şandin.

Hêzên me pabendbûna xwe ya berdewam ji bo têkoşîna li dijî belavkar û bikarhênerên hişbirê û sînordarkirina belavbûna wan ji bo parastina ewlehiya civakê piştrast dikin.

عاجل