تمكنت قواتنا المختصة من توقيف ستة أشخاص متورطين بترويج المواد المخدرة داخل مدينة الرقة، اليوم السبت ١٧ مايو/أيار وذلك ضمن إطار العمل المستمر لمكافحة تجارة وترويج المخدرات.
أسفرت عملية إلقاء القبض عن ضبط كمية من المواد المخدرة تضمنت 39.92 غراماً من مادة الكريستال المخدر، وألف حبة كبتاغون، إضافة إلى 13 حبة مخدرة أخرى، وثلاثة أنابيب (أمبولات) تستخدم في التعاطي. كما تم العثور على ثلاثة مشارب زجاجية يُشتبه باستخدامها في تعاطي المواد المخدرة، وتسع عبوات من غاز البوتان، وست كاميرات مراقبة كانت بحوزة الموقوفين.
وأكدت قواتنا أن التحقيقات مستمرة مع الموقوفين لكشف مزيد من الخيوط المرتبطة بشبكة الترويج، مشددة على استمرار العمل لضبط كل من يعبث بأمن واستقرار المجتمع من خلال ترويج هذه السموم.
Hêzên me yên pispor roja şemiyê 17ê Gulanê, li bajarê Reqayê 6 kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikirin girtin, di çarçoveya xebatên berdewam ên têkoşîna li dijî bazirgan û belavkarên madeyên hişbir de.
Di encama vê girtinê de 39,92 gram krîstal, 1000 hebên Kaptagon, 13 hebên din ên hişnirê û 3 lûle (ampûl) ku ji bo bikaranîna madeyên hişbir tê bikaranîn, hejmareke madeyên hişbirê hatin desteserkirin. Di destê girtiyan de 3 qelûnên cam ên ku ji bo bikaranîna hişbirê tên bikaranîn, 9 tenekeyên gaza butanê û 6 kamerayên çavdêriyê jî hatin dîtin. Hêzên me piştrast kirin ku lêpirsîn bi girtiyan re berdewam in ji bo eşkerekirina endamên din ên girêdayî tora bazirganiya madeyên hişbir, û tekez kirin ku ji bo girtina her kesê ku bi belavkirina van jehran ewlehî û aramiya civakê têk dibe hewldan berdewam in




