Li Reqayê salvegera 9 ’emîn a damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jinê hate nûjîn kirin إحياء الذكرى السنوية التاسعة لتأسيس قوى الأمن الداخلي المرأة بمدينة الرقة

7 يوليو 2023
Li Reqayê salvegera 9 ’emîn a damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jinê hate nûjîn kirin إحياء الذكرى السنوية التاسعة لتأسيس قوى الأمن الداخلي المرأة بمدينة الرقة

أقامت قواتنا احتفالاً بمناسبة الذكرى السنوية التاسعة لتأسيس قوى الأمن الداخلي المرأة اليوم الجمعة 7 تموز / يوليو في مدينة الرقة .

بحضور ممثلي  المؤسسات المدنية والعسكرية وجمع كبير من ممثلي أسايش المرأة في شمال وشرق سوريا بدأ الاحتفال بالوقوف دقيقة صمت إجلالاً وإكراماً لأرواح شهدائنا الأبرار .

كما ألقيت عدة كلمات من قبل الرئاسة المشتركة للمجلس التنفيذي “بيريفان خالد” ، هيئة المرأة “عدالت عمر” ، مؤتمر ستار ” هيفي سليمان” ، وحدات حماية المرأة “أميرة محمد” وتجمع نساء زنوبيا ” نسرين حسن ” ، تحدثت بمجملها على دور قوى الأمن الداخلي المرأة في ترسيخ الأمن والاستقرار ودورها الأساسي في ضمان ثورة المرأة وحماية حقوقها  واشارت إلى أنها لعبت دوراً هاماً في جميع المجالات السياسية والعسكرية والاجتماعية،   كما عاهدوا على الاستمرار في المقاومة والدفاع عن إنجازات و مكتسبات هذه الثورة حتى بناء مجتمع ديمقراطي حر تعيش فيه المرأة بكل حرية.

الجدير بالذكر أن قوى الأمن الداخلي المرأة لشمال وشرق سوريا تأسست منذ تسعة أعوام أثبتت المرأة خلال هذه المدة قدرتها على صد أي اعتداء يزعزع أمن واستقرار شعبنا وضمان حياة حرة كريمة لهم ، ولعبت دوراً هاماً في جميع مجالات وأقسام قوى الأمن الداخلي.

واختتم الاحتفال بعقد حلقات الدبكة من قبل الحضور على وقع الاغاني الثورية وترديد الشعارات التي تحيي المرأة ونضالها.

 

Îro 7 ‘ê Tîrmehê, Hêzên me bi boneya salvegera 9 ’emîn a damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jinê li bajarê Reqayê şahiyek li dar xist

Bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û hejmareke mezin ji nûnerên Asayîşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdên me yên xwedî rûmet dest pê kir

Her wiha gelek axaftin ji aliyê hevserokatiya Meclisa cibcîkar ” Bêrîvan Xalid ” , Desteya Jinê “Adalet Umer”, Kongra Star “Hêvî Silêman”, Yekîneyên Parastina Jin “Emîra Mihemed” û Kombûna Jinên Zenûbiya “Nisrîn Hesen” hatin kirin ku hemûyan li ser rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jinê di xurtkirina ewlehî û aramiyê de û rola wan a bingehîn di misogerkirina şoreşa jinê û parastina mafên wan de axivîn û her wiha destnîşan kirin ku jinê roleke girîng di hemû qadên siyasî, leşkerî û civakî de lîst, û wan soz dan ku dê berxwedan û parastina serkeftin û destkeftiyên vê şoreşê heta avakirina civakeke demokratîk a azad ku jin tê de bi azadî bijîn berdewam be

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya 9 salan hate avakirin û di wê demê de jinê jêhatîbûna xwe isbat kir ku her binpêkirinek ku ewlehî û aramiya gelê me xirab dike têk dibe û jiyanek azad û guncaw ji jinê re peyda dike û roleke girîng di hemû qad û beşên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de lîst

Şahî bi vekirina govendan ji aliyê kesên amade ve li ber stranên şoreşgerî û bang kirina dirûşmeyên ku jinê û têkoşîna wan silav dikin bi dawî bû.

عاجل