إلقاء القبض على خلية لداعش على صلة بالهجوم الذي استهدف مركز لقواتنا في الرقة و ضبط مواد كبيرة لصناعة المتفجرات.Şaneyeke DAIŞ’ê ya têkildarî êrîşa ku navenda me ya li Reqayê kiribûn hedef, hatin girtin û bi wan re madeyên çêkirina teqemeniyan jî desteserkirin

11 يناير 2023

يوم الإثنين 9 يناير / كانون الثاني و ضمن عمليات متابعة و ملاحقة خلايا داعش و استناداً لمعلومات أمنيَّة و أدلة مثبتة حصلت عليها قواتنا بالرقة، استطاع جهاز الأمن العام القبض على خمسة أشخاص، ينتمون لخلية إرهابية قدمت المساعدة للخلية الإرهابية التي استهدفت المركز الغربي لقواتنا في الرقة، بتاريخ ال 26 من شهر كانون الأول 2022.
حيث يعمل عناصر هذه الخلية بصناعة العبوات والألغام بأنواعها المختلفة بأجهزة تَحكُم عن بِعد،و كانوا يخططون للقيام بأعمال إرهابية، لضرب الإستقرار في المدينة.
كما تم ضبط كمية ضخمة من المواد الأساسيَّة التي تدخل في تركيب المتفجِّرات كانت بحوزته ومعظم هذه المواد هي كهربائية وإلكترونيَّة إضافةً لأكثر من 50 صاعق متفجِّر وأكثر من 240 حساس لغم ليزري وهواتف خليوية وأجهز لابتوب محمول كما تم ضبط أكثر من 250 دارة كهربائية إلكترونية معدّة للتفجير.
إن قواتنا تبذل كل طاقاتها و تعمل أكثر من أي وقت مضى في ملاحقة كل من يحاول المساس بأمن و استقرار مناطقنا، كما نهيب بالحس الأمني لأبناء شعبنا بتعاونهم المستمر مع قواتنا، بإبلاغهم عن أي حركة مشبوهة.

Roja Duşemê 9ê Çile, di çarçoveya şopandina şaneyên DAIŞê de û li ser bingeha agahiyên ewle û belgeyên îsbatkirî ku me li Reqayê bidest xistiye, Dezgeha ewlekariya giştî 5 kesên ku girêdayî şaneyeke çete binçav kirin ji ber ku Di 26’ê Kanûna 2022’an de alîkariya şaneya çete ya ku navenda rojava ya hêzên me yên li Reqayê kiribû hedef.

Çeteyên vê şaneyê teqemenî û mayînan ji cureyên curbicur bi alavên kontrolê yên ji dûr ve çêdikin, û wan plan dikir ku kiryarên çetetî pêk bînin, da ku aramiya bajêr bikin hedef.
Herwiha hejmareke mezin ji madeyên bingehîn ên ku di çêkirina teqemeniyan de dihatin bikaranîn hatin desteserkirin, ku piraniya wan elektrîk û elektronîk bûn, her wiha zêdetirî 50 saiqên teqîner, zêdetirî 240 sensorên mayînên lêzerî, telefonên destan û laptop, Zêdetirî 250 çerxên elektrîkî ku ji bo teqandinê hatibûn amadekirin jî hatin desteserkirin.

Asayîş hemû hêza xwe bi kar tîne û ji her demê zêdetir ji bo şopandina her kesê ku hewl dide ziyanê bigihîne ewlehî û aramiya herêmên me dixebite, her wiha em bang li gelê xwe dikin ku bi berdewamî bi Asayîşê re hevkariyê bikin, ku her tevgerek gumanbar ji me re ragihînin .

عاجل