عملية أمنيَّة لقواتنا الخاصة والتَّحالف الدَّولي في ريف الرقة الشمالي Operasyoneke taybet a Hêzên Taybet ên HAT’ê û Hevpeymaniya Navdewletî li gundewarê bakurê Reqayê

3 يناير 2023
عملية أمنيَّة لقواتنا الخاصة والتَّحالف الدَّولي في ريف الرقة الشمالي Operasyoneke taybet a Hêzên Taybet ên HAT’ê û Hevpeymaniya Navdewletî li gundewarê bakurê Reqayê

نفَّذت الوحدات الخاصّة HAT عملية أمنية في الريف الشمالي للرقة أمس الإثنين 2 كانون الثاني/يناير، استهدفت خلية لتنظيم داعش الإرهابي.

جرت العملية بدعم عبر المراقبة الجوية من التحالف الدولي في منطقة ميسلون، تمكنت فيها القوات الخاصة من القبض على عضوين في خلية على صلة بالمجموعة الإرهابية التي هاجمت مركز الآسايش في مدينة الرقة في 26 كانون الأول / ديسمبر .
تم القبض على العضوين المطلوبين وتفتيش مكان تواجدهما، ومصادرة وثائق كانت بحوزتهما.

ستتواصل العمليات الأمنية المشتركة بين قوى الأمن الداخلي والتحالف الدولي لضرب خلايا تنظيم داعش الإرهابي ومنعه من ضرب استقرار المواطنين الآمنين وتهديدهم، وستعمل قواتنا على إفشال مخططاتهم الرامية لضرب الأمن وزعزعة الاستقرار في شمال وشرق سوريا.

Duh, Duşemê 2yê Çileyê, Yekîneyên Taybet ên HAT’ê li gundewarê bakurê Reqayê çalakiyeke li dar xistin û şaneyeke rêxistina DAIŞê kiribûn armanc.
Ev operasiyon bi piştevaniya çavdêriya asmanî ya hevpeymaniya navdewletî li devera Meyselûnê hate encamdan û tê de hêzên taybet 2 çeteyên şaneyeke girêdayî girûpa çete ya ku di 26ê Kanûnê de êrîşî navenda Asayîşê li bajarê Reqayê kiribûn girtin.
Herdu çeteyên ku dihatin xwestin girtin, li cihê wan lêgerîn hat kirin û belgeyên di destê wan de hatin desteserkirin.

Operasyonên taybet ên hevbeş ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hevpeymaniya Navdewletî dê berdewam bin li ser lêdana şaneyên çeteyên DAIŞê û nehiştina wan ji gefkirin û têkdana aramiya welatiyan, û hêzên me dê kar bikin ji bo têkbirina planên wan ên ku tê de lêdana ewlehiyê û têkdana aramiya Bakur û Rojhilat Sûryê dikin.

عاجل