Daxuyaniya Konfiransa çapemeniyê ya salane ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê

4 يناير 2023
Daxuyaniya Konfiransa çapemeniyê ya salane ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Em hatina sersala nû li hemû gelê xwe pîroz û bumbarek dikin û bi hêviya ku sala nû saleke tijî aramî û ewlehî be û em soza  berdewamiya xebata xwe  di parastina gelê xwe û axa xwe de nû dikin, ku em hê jî xwîna şehîdên qehreman ên ku bi fedakariya xwe rêya azadiyê ji me re xêz kirine ji bo axa xwe ya pîroz binax dikin  û hevkariya gelê xwe û baweriya wan a domdar bi me bilind dinirxînin.

 Her wiha em  tiştên ku gelê me li herêmên dagirkirî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve yên bi navê Artêşa Niştimanî ji talankirin û her tiştên din ên xerab re rû bi rû dimînin, şermezar dikin.

 Herêmên me yên bakur-rojhilatê Sûriyê îsal rastî gelek şer û pevçûnan hatin û bi taybet bajar û bajarokên nêzî xeta sînor, di encamê de bi dehan  şehîd bûn. Dagirkeriya Turk hewl dide di rêya van êrîşan re xelkê herêmê koçber bike û mal û milkên welatiyan talan bike .

 Her wiha armanc dike ku ewlehiyê lawaz bike û hêzên me ji hev bixe ji bo zêdekirina çalakiyên şaneyan û têkbirina ewlehî û aramiya welatiyan li herêmên me.

Yek ji van êrîşên ku di rêya wê re  hewl dan pêk bînin, lê li ser destê hêzên me bi hevkariya hêzên QSD’ê re hat şikandin, ew jî hewldana kontrolkirina girtîgeha El-Sînaa ya li Hesekê û gelek taxên nêzî wê bû ji bo ku alîkariya Girtiyên DAIŞ’ê yên di girtîgehê de bikin ku  birevin lê bi hevkariya bi gelê me re hat şikandin û têk birin..

  hêzên me şerê li dijî çetan bi hemû şêweyan berdewam dikin, û şopandina şaneyên wê yên razayî dikin, hêzên me hemleya mirovî û ewlehiyê di qonaxa xwe ya duyem de li kampa Holê bi piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk temam kirin, ji bo başkirina  ewlehiyê li kampê û ji niştecihên wê re û ji nû ve birêxistin bikin, ji ber ku hêzên me bi dehan çeteyên DAIŞê girtin û hejmarek mezin ji çek û madeyên teqîner desteser kirin, herwiha gelek şaneyên çete û istixbaratî li ser asta bakurê rojhilatê Sûriyê jihev kir ku hejmara şaneyên ku hatin têk birin giha 76an, û tîmên taybet ên endazyariya teqemeniyan 146 mayîn û teqemenî û du otombîlên bombekirî pûç kirin, û di çarçoveya karê hevbeş bi Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî Terorê re Hêzên me yên Taybet ên HAT’ê 44 mudahemeyên hevbeş pêk anîn.

Ji bo şopandina rêxistinî, pêşketin û başkirina performansa ewlehiyê, hêzên me îsal  konferansa sêyemîn  li dar xist ku tê de li ser mekanîzmeya rêxistinî, îdarî û ewlehiya beşên hêzên ewlekariya hundirîn gotûbêj kirin û hin guhertin di mekanîzmeyê de bi piraniya dengên beşdaran hatin kirin.

 Îsal dewreya yekem a efserên hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser asta bakur-rojhilatê Sûriyê û du dewreyên taybet bo refa efseran hatin bi dawî kirin û li bajarê Hesekê kolêja Şehîd Tolhidan ya Zanistên Polîsan hat vekirin da ku dewreya duyem a efseran li ser asta bakur-rojhilatê Sûriyê pêşwazî bike, tevî dewreyên perwerdehiyê yên ku hatine bi dawî kirin ew jî bi hemû ixtîsasên xwe 23 dewreyên perwerdehiyê bûn, tê de 2282 endam bûn, di nav wan de 291 endamên jin bûn. .

  Û li gorî pêwîstiyên qonaxa niha ya ku em têre derbas dibin û hewla dijminên herêmên me ku ji hundir ve lêdana pêkhateya civakê bi taybet ciwanan dikin, bi hewlên xwe yên berdewam ji bo belav kirina madeyên hişbir di pêkanîna şerê taybet de yê ku ew li dijî hemû herêmên me dimeşînin, Rêveberiya Giştî ya li dijî madeyan hat avakirin, û hejmara dosyayên têkildarî madeyan yê ku rêveberiya  Giştî ya dijî Tawanan û Rêveberiya Giştî ya dijî hişbiran li ser xebitîne giha: 2037 dosya ji wan 535  dosyayên bazirganiyê, 387 belav kirinê û 1115 bikar anînê.

  Her wiha ev made jî hatin desteserkirin: 559 hezar û 401 gram heşîş, 3 şitlên heşîşê yên qinbuzê  û 8 cixareyên heşîşê, hejmara hebikên hişbir jî 386 hezar û 241 hebik, 184 hezar û 596 gram krîstal, 144 gram ji bizra heşîşê û 534 gram hîroyîn..

Di vê salê de hêzên me hemû hêza xwe ji bo şopandina hemû sûcên cînayî yên ku ewlehî û aramiya milet û malê welatiyan binpê dike, li dijîderketina her cureya sûcên organîze yên ku zirarê dide hemû aliyên jiyana civakî û aborî û derxistina sûcdaran  pêşberî edaletê.

  Hêzên me yên dijî tawanan  bi hezar û 318 dosyayên diziyê re mijûl bûn û tevî şopandina dosyayên qaçaxçîtiya çekan û bazirganiya çekan, piraniya dizan hatin girtin û radestî dadgehê  bûn û hejmara tiştên desteserkirî jî ev in, 233 çekên kilaşînkov, 260 damance, 193 çekên nêçîrê, 49 narincokên destan û 1015 mermiyên çekan bi hemû cureyên wê, her wiha hêzên me rewşa 216 tawanan eşkere kir û 351 kes girt û radestî dozgeriya giştî kir.

Û ji bo parastina aboriyê hêzên li dijî tawanan 473,000 dolarê emerîkî yên sexte û 9,280,000 leyreyên sûrî desteserkir.

.

Herêmên me yek ji wan deverên herî zêde ji aliyê şaristaniyê ve dewlemend e  û bi dewlemendiya xwe ya çandî û şaristanî ve tê nas kirin. Xwediyên Giyanên lawaz li ser kolandina şûnwaran dixebitin û hewil didin ku belav kirina şûnwaran pêş bixin, an jî sextekariyê dikin wek sextekirina şûnwaran ji bo firotina wan.

 hejmara dosyayên ku hêzên me şopandin û keşif kirin gihişt 68 dosyayan û hejmara girtiyan gihişt 151 kesan.

 Her wiha hêzên me di kargêriya Trafîkê de li bakurê rojhilatê Sûriyê dewreyên berfireh ji endamên polîsên trafîkê re lidar xistin da ku mewadên zagona trafîkê ya nû bikar bînin yê ku Encûmena Zagonsaz a Rêveberiya Xweser bi erêkirina Encumena Giştî çendîn guhertin tê de kirin.

 Hêzên Ewlekariya Hundirîn / Jin:

 Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê di nava vê salê de ji bo zêdekirina rêxistinbûna beş û ofîsan û zêdekirina xibret û jêhatîbûnê kar kir, lewra 32 endamên jin tevlî dewreya yekem a efseran bûn û hêzên me jî dewreya refa efseran a hêzên jin bi dawî kirin.

 Hêzên me yên jin bi armanca zêdekirina rêxistinbûyîna li gorî pêşketina ewlehiyê û têkoşîna li dijî tawanan konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist û hêzên me bi sûcên cur be cur re mijûl bûn û amarên wan wiha bûn:

 Hemû Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jinê /882/ gilî wergirtine û amarên giştî jî wiha ne,

6 dosyayên bikar anîna hişbir

9 dosyayên sextekariyê

72 dosyayên cihgirtina kesekî din

 9 dosyayên cînayetên ku jin tê de bûye sûcdar û / 5 / dosyayên kuştinê yê ku jin tê de bûye

qurban

  Dosyayên xwekuştinê /20/ halet û hewildanên xwekuştinê /2/ halet.

Dema hevalên me yên jin bi erka xwe radibûn 5 endamên jin gihiştin asta şehadetê û 1 jî birîndarbû

Hejmara şehîdên me yên qehreman yên ku canê xwe ji bo ewlehiya me û herêmên me feda kirine gihişt 69 şehîdan ji tevahî herêmên me yên bakur û rojhilatê sûriyê her wiha 41 endamên me di dema pêkanîna erkên xwe de birîndar ketin

 Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz didin gelê xwe ku bibin mertal û keleha bênavber li hember hemû aliyên çavbirçî û neyar û em ê xwe û canê xwe feda bikin ji bo bidestxistina ewlehî û aramiyê û em ê li ser şopa şehîdên xwe yên heqdar ku bi xwîna xwe rêya azadî û rûmetê ji me re xêz kirin bimeşin.

 Di dawiyê de em hatina sala nû li hemû pêkhateyên gelê xwe yê bakurê rojhilatê Sûriyê pîroz dikin,  daxwaz û hêviyên me ku ev sal bibe saleke tijî ji ewlehî, aramî û serketina li ser hemû aliyên dijmin û çavbirçî li ser xaka me be

Sersala we pîroz û bumbarek be

عاجل