بيان بشأن استهداف طائرات الاحتلال التركي ريف مدينة صرين | Daxuyanî derbarê hedefgirtina balafirên artêşa Tirk a dagirker li gundewarê bajarê Sirînê

10 مارس 2025آخر تحديث :

إلى شعبنا والرأي العام

بتاريخ اليوم، استهدفت طائرة مسيرة تابعة للاحتلال التركي تلّة مخزنة في قرية كراف، الواقعة في ريف مدينة صرين جنوب كوباني. أسفر هذا الهجوم الغادر عن استشهاد طفل بريء وإصابة طفلين آخرين بجروح متفاوتة، بينما كانوا يمارسون حياتهم اليومية برعي الأغنام.

ندين بشدة هذا الاعتداء الذي يمثل انتهاكاً صارخاً للقوانين والأعراف الدولية، ويؤكد مجدداً على استهداف الاحتلال التركي للمدنيين، وخاصة الأطفال، دون أي اعتبار لحرمة حياتهم أو سلامتهم.

كما نؤكد لشعبنا أننا مستمرون في بذل كل الجهود اللازمة لحماية أهلنا والدفاع عن أرضنا بكل الوسائل الممكنة. لن نتوانى عن التصدي لهذه الهجمات العدوانية، وسنواصل العمل من أجل تحقيق الأمن والاستقرار في مناطقنا.

القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي_إقليم شمال وشرق سوريا
10آذار/مارس 2025

Ji gelê me û raya giştî re

Îro balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker girekî li gundê Kiraf ê girêdayî gundewarê bajarokê Sirîn ê başûrê Kobanê kir hedef. Di encama vê êrîşê de zarokekî bêguneh şehîd ket û du zarokên din jî bi giranî birîndar bûn, di dema ku jiyana xwe ya rojane di şivantiya pez de dikirin.

Em vê êrîşa ku binpêkirineke eşkere ya qanûn û pîvanên navneteweyî ye, şermezar dikin ku careke din tekez dike ku dagirkeriya Tirk li ser sivîlan bi taybet zarokan bêyî ku ti hurmetê li jiyan û selametiya wan bigire, hedef digire.

Her wiha em gelê xwe piştrast dikin ku ji bo parastina gelê xwe û parastina xaka xwe bi her awayî em ê li ser hemû hewlên xwe berdewam bin. Em ê ji bo rûbirûbûna van êrîşên hovane dudilî nebin û ji bo bidestxistina ewlehî û aramiyê li herêmên xwe em ê xebatên xwe bidomînin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
10ê Adarê, 2025

عاجل