Amadekirina navenda hêzên me piştî çak kirina wê li gundewarê bajarokê El-Şedadî . تجهيز مركز قواتنا بعد إعادة ترميمه بريف بلدة الشدادي

4 سبتمبر 2022
Amadekirina navenda hêzên me piştî çak kirina wê li gundewarê bajarokê El-Şedadî . تجهيز مركز قواتنا بعد إعادة ترميمه بريف بلدة الشدادي

Duh Şemiyê 3’ê Îlonê, hêzên me navenda hêzên me ya li gundê El-Erîşe yê li gundewarê bajarokê El-Şedadî ji nû ve xistin xebatê.

Merasîma vekirina navendê bi amadebûna Rêveberiya Giştî ya hêzên me li kantona Cizîrê, nivîsgeha Kordînasyona Eşîran û nûnerên meclîs, deste û saziyên sivîl ve bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdên me yên pak dest pê kir.

Çend axaftin hatin pêşkêşkirin û bal hat kişandin ser girîngiya hebûna navendên hêzên me li hin gundewar û herêmên li gor pêwîstiyên ewlehiyê ji bo parastina ewlehî û hêminiya gelê me û dabînkirina parastina pêwîst ji bo wan di rewşên awarte de yê ku tê de pêwîstî bi destwerdana endamên hêzên me dike, her wiha daxwazkirin û agahdarkirina kesên amade li ser girîngiya karê hevbeş û hevkariya berdewam di navbera pêkhateyên gelê me û hêzên me de ji bo pêkanîna armancên me di sepandina ewlehî û aştiyê de û parastina gel û jiyana wan û mal û milkên wan li hember gef û êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û aliyên dijmin ên ku li ser herêmên me derbas dibin.

hêzên me bi hemû şiyanên xwe yên ji bo afirandina ewlehî û aramiyê li hemû herêmên me û pêşxistina wan ber bi pêşketin û geşbûnê ve didomînin.

 

قامت قواتنا أمس السبت 3 أيلول / سبتمبر بإعادة عمل مركز قواتنا في قرية العريشة بريف بلدة الشدادي .

بدأت مراسم افتتاحه بالوقوف دقيقة صمت تكريماً واحتراماً لأرواح شهدائنا الأبرار، بحضور الإدارة العامة لقواتنا في مقاطعة الجزيرة ومكتب التنسيق العشائري وممثلي المجالس والهيئات والمؤسسات المدنية.

حيثُ أُلقيت عدة كلمات أشارت إلى أهمية تواجد مراكز قواتنا في بعض الأرياف والمناطق حسب الأولويات والضرورات الأمنية للمحافظة على أمن وسلامة أبناء شعبنا وتقديم الحماية اللازمة لهم في حال حدوث أي حالة طارئة تستوجب تدخل أعضاء قواتنا ، بالإضافة إلى حث وتنويه الحضور بضرورة العمل المُشترك والتعاون المُستمر بين مكونات شعبنا وقواتنا لتحقيق أهدافنا في إرساء الأمن والسلام وصون ممتلكات الأهالي والمحافظة على أرواحهم في ظل ما تمر به مناطقنا من تهديدات واعتداء من قِبل الاحتلال التركي ومرتزقته والجهات المعادية .

الجدير ذكره أن قواتنا مُستمرة بتقديم كافة الإمكانات المتاحة لخلق الأمن والاستقرار في عموم مناطقنا والتقدم بها نحو التطوير والازدهار.

 

عاجل