شيّعت قواتنا صباح اليوم السبت، 13 كانون الأول/ديسمبر، جثمان الشهيد خالد محمود إلى مثواه الأخير في مزار الشهداء بمدينة قامشلو.
بدأت مراسم التشييع بالوقوف دقيقة صمت إجلالاً لأرواح شهدائنا الأبرار الذين قدّموا الغالي والنفيس، وضحّوا بأرواحهم دفاعاً عن أهلهم وأرضهم. وشارك في المراسم ممثلون عن الإدارة العامة لقواتنا في مدينة قامشلو، إلى جانب مؤسسات الإدارة الذاتية المدنية، وعددٌ من أهالي المدينة وريفها.
وخلال المراسم، أُلقيت عدة كلمات قدّمت التعازي لذوي الشهيد، وأكدت أن الشهداء هم من صنعوا بدمائهم طريق الحرية والكرامة لشعبهم.
وفي ختام المراسم، قُرئت وثيقة الشهادة على مسامع الحضور، وسُلّمت إلى ذوي الشهيد، قبل أن يُوارى جثمانه الطاهر الثرى في أرضه التي أحبها ودافع عنها.
Sibeha îro Şemiyê 13ê Kanûnê, hêzên me cenazeyê şehîd Xalid Mehmûd li Goristana Şehîdan a li Qamişlo veşartin.
Merasîma cenazeyê bi deqeyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina şehîdên me yên ku can û jiyana xwe ji bo parastina gel û axa xwe feda kirin dest pê kir. Nûnerên Rêveberiya Giştî ya hêzên me li Qamişlo, ligel nûnerên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û hejmarek ji welatiyên bajêr û gundewarên wê, beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de, gelek axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û tekez kirin ku şehîdan bi xwîna xwe rêya azadî û rûmetê ji bo gelê xwe vekirine.
Di dawiya merasîmê de, berî ku cenazeyê şehîd li axa ku ew jê hez dikir û parast, were veşartin, belgenameya şehîd bi dengekî bilind hat xwendin û pêşkêşî malbata wî hat kirin .



















