بيان حول تنفيذ حملات أمنية ضدّ مطلوبين للعدالة في الرقة وريف ديرالزور الغربي | Daxuyanî derbarê Pêkanîna hemleyên Ewlehiyê li Reqa û Gundewarê Rojavayê Dêrezorê li dijî Kesên ji bo edaletê têne xwestin 

15 سبتمبر 2025آخر تحديث :

 إلى شعبنا والرأي العام

بناءً على توجيهات هيئة الداخلية والقيادة العامة لقواتنا في شمال وشرق سوريا، وبهدف تعزيز الأمن والاستقرار وملاحقة المطلوبين، نفذت قواتنا الخاصة H.A.T وقوى العمليات، وبمشاركة أقسامنا الأمنية (جهاز الأمن العام، مكافحة الجريمة والمخدرات)، حملات أمنية واسعة في كلٍّ من مدينة الرقة وغربي دير الزور خلال الأيام الماضية.

أسفرت هذه العمليات عن إلقاء القبض على ٦١ مطلوباً متورطين في قضايا إرهاب وجريمة وتجارة وترويج مواد مخدرة، كما ضبط كميات من الأسلحة والذخائر والمتفجرات، إضافة إلى مواد مخدرة متنوعة شملت كريستال ميت، حشيش، كبتاغون وحبوب مخدرة أخرى، فضلاً عن أدوات تعاطٍ، و ألغام متنوعة وذخائر مختلفة إلى جانب مئات الطلقات ومخازن سلاح.

جاءت هذه الحملات استكمالاً لخطة أمنية شاملة استهدفت أوكار المطلوبين، حيث تعاملت قواتنا بمهنية عالية ودقة، وتمكنت من تنفيذ مهامها رغم الاشتباكات مع قواتنا من قبل عدد منهم دون تسجيل أي إصابات في صفوفها، ليُحال الموقوفون إلى القضاء أصولاً.

إننا في القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي شمال وشرق سوريا نؤكد أن نتائج هذه الحملات مثّلت ردعاً حاسماً لكل من يحاول العبث بأمن مناطقنا واستقرارها، ونشدد على أن عملياتنا ستستمر بلا هوادة حتى اجتثاث جميع أشكال الإرهاب والجريمة والمخدرات. كما ندعو أبناء شعبنا إلى التعاون مع قواتنا والإبلاغ عن أي نشاط مشبوه حفاظاً على أمنهم وسلامة مجتمعهم.

القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي – إقليم شمال وشرق سوريا
الأثنين ١٥ أيلول/سبتمبر 2025

Ji Gelê me û Raya Giştî re 

Li ser bingeha rênimayên Desteya Hundirîn û Fermandariya Giştî ya hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û bi armanca xurtkirina ewlehî û aramiyê û şopandina kesên ku ji bo edaletê tên xwestin, Hêzên me yên Taybet (H.A.T.) û Hêzên Operasyonê, bi beşdariya beşên me yên ewlekariyê (Dezgeha Ewlekariya Giştî, Dijî Tawanan û Dijî Madeyên Hişbir), di çend rojên borî de li Reqa û rojavayê Dêrezorê hemleyên ewlehiyê yên berfireh pêk anîn.

Di encama van operasyonan de 61 kesên ku tên xwestin ku di terorîzm, sûc, belavkirin û bazirganiya hişbirê de beşdar bibûn hatin girtin. Her wiha wan gelek çek, cebilxane û teqemenî, tevî cureyên cûrbecûr ji madeyên hişbirê, di nav de mîsa krîstal, heşîş, Kaptagon û hebên din ên hişbirê desteser kirin. Tevî ku alavên ji bo bikaranîna madeyên hişbirê, mayînên curbicur, cebilxaneyên curbicur, bi sedan mermî û cercûrên çekan hebûn.

Van hemleyan plana ewlehiyê ya berfireh temam kirin ku cihên veşartgehên kesên ku tên xwestin hedef digirt. tevî pevçûnên ku çêbûne lê hêzên me bi profesyonelî û rastbûnek bilind bersiv dan û erkên xwe bi cih anîn. Di nav hêzên me de ti qurbanî çênebûn. Kesên hatine girtin bi rêkûpêk ji bo dadweriyê hatin şandin.

Em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, piştrast dikin ku encamên van hemleyan ji bo her kesê ku hewl dide destwerdanê li ewlehî û aramiya herêmên me bike, bersivdanek diyar temsîl kir. Em tekez dikin ku operasyonên me dê bênavber berdewam bikin heya ku hemî cûreyên terorîzm, sûc û madeyên hişbir ji holê werin rakirin. Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku bi hêzên me re hevkariyê bikin û her çalakiyek gumanbar ragihînin da ku ewlehiya xwe û ewlehiya civaka xwe biparêzin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Duşem, 15 ê Îlonê, 2025

عاجل