مكافحة المخدرات في مقاطعة الجزيرة تلقي القبض على ثلاثة تجّار مخدرات وتضبط أكثر من 15 ألف حبة ممنوعة | Dijî Madeyên Hişbirê li kantona Cizîrê 3 bazirganên madeyên hişbirê girtin û zêdetirî 15,000 hebên qedexekirî desteser kirin

15 يونيو 2025آخر تحديث :

تمكّن قسم مكافحة المخدرات، من إلقاء القبض على ثلاثة من تجّار المواد المخدرة اليوم السبت ١٤ يونيو/حزيران في الشدادي، وذلك بعد عملية نوعية نُفّذت بناءً على معلومات دقيقة حول نشاط مشبوه لعدد من الأشخاص في مقاطعة الجزيرة.

أفاد أحد إداريي مكافحة المخدرات، أن العملية بدأت بعد ورود بلاغ يفيد بقيام أشخاص بتجارة وترويج مواد مخدرة، حيث تم رصد تحركاتهم بدقة ومراقبتهم على مدار بضعة أيام. وأسفرت المراقبة عن إلقاء القبض على أحد المشتبه بهم، والذي أقرّ أثناء التحقيق بقيامه بجلب المواد المخدرة من مستودع أدوية غير مرخص في مدينة الشدادي.

وبناءً على اعترافاته، قامت قواتنا بتشكيل دورية ومداهمة المستودع، حيث تم توقيف شخصين يملكان المستودع، وعُثر خلال عملية التفتيش على كمية كبيرة من الحبوب المخدرة بلغ عددها 15,720 حبة، تُستخدم لأغراض طبية محددة، إلا أن لها تأثيراً مخدّراً قوياً وتُباع بطرق غير شرعية.

وأكدت قواتنا أنه تم تحويل الموقوفين الثلاثة إلى النيابة العامة لاستكمال الإجراءات القانونية بحقهم، مع التأكيد على استمرار الجهود الرامية لمكافحة ظاهرة الاتجار بالمخدرات، والحفاظ على سلامة المجتمع وأمنه.

Dijî Madeyên Hişbirê îro Şemiyê 14ê Hezîranê, li Şedadê 3 bazirganên madeyên hişbirê girtin. Ev yek piştî operasyoneke taybet hat ku li ser bingeha agahiyên rast ên li ser çalakiyên gumanbar ên hejmarek kesan li kantona Cizîrê hat lidarxistin.

Rêveberiyek dijî madeyên hişbirê ragihand ku operasyon piştî wergirtina giliyek li ser bazirganî û belavkirina madeyên hişbirê ji aliyê kesên nenas ve dest pê kir. Tevgerên wan di heyama çend rojan de bi baldarî dihatin şopandin, Çavdêrîkirina wan bû sedema girtina yek ji gumanbaran, ku di dema lêpirsînê de li xwe mikur hat ku wî hişbir ji depoyeke bêdestûr a hişbirê li bajarê Şedadê anîbû.

Li gor mikurhatina wî, hêzên me dewriyeyek çêkirin û serdegirtina depoyê kirin û 2 xwediyên depoyê girtin. Di lêgerînê de, mîqdarek mezin 15 hezar û 720 hebên hişbirê hatin dîtin. Ev heb ji bo armancên bijîşkî yên taybetî têne bikar anîn, lê bandorek hişbirî ya bihêz heye û bi awayekî neqanûnî têne firotin.

Hêzên me piştrast kirin ku hersê kesên girtî ji bo temamkirina pêvajoyên yasayî yên derheqê wan de ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin, di heman demê de tekezî li ser berdewamiya hewldanên ji bo têkoşîna li dijî bazirganiya madeyên hişbir û parastina ewlehî û aramiya civakê kirin.

عاجل