تتابع قواتنا مسؤولياتها في حفظ الأمن والاستقرار في مختلف مناطق شمال وشرق سوريا، وفي هذا السياق، نُبيِّن للرأي العام ما يلي:
بتاريخ يوم أمس الخميس ٢٩ أيار، تم العثور على جثة شاب في العقد الثاني من العمر، في قرية تنينير الواقعة على طريق الهول – الحسكة. بعد مباشرة التحقيقات، تبين أن الشاب قد فارق الحياة نتيجة عملية دهس بسيارة نقل متوسطة الحجم.
من خلال التحريات الدقيقة، تمكنت قواتنا من التوصل إلى هوية الفاعل، وهو من سكان قرية العطوان في مقاطعة الجزيرة.
وعند تنفيذ عملية إلقاء القبض عليه داخل القرية، كانت هُناك حالة اشتباك مسلح بين ذوي القاتل وذوي الضحية. تدخلت قواتنا لفض النزاع وفرض الأمن، وأثناء ذلك أُصيب اثنان من أعضائنا بجروح أثناء محاولتهم تهدئة الوضع والقبض على المتهم.
نؤكد في القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي أن مهامنا مستمرة لحماية المدنيين وفرض النظام، ولن نتوانى عن محاسبة كل من تسوّل له نفسه الإخلال بالأمن أو التعدي على حياة الآخرين. كما ندعو جميع الأهالي إلى ضبط النفس، وتغليب صوت العقل والقانون على أي دوافع ثأرية.
العدالة ستأخذ مجراها، وسنعمل بكل مسؤولية على منع تكرار مثل هذه الحوادث، بالتعاون مع المجتمع المحلي.
الرحمة للضحية، والشفاء العاجل لجرحانا.
القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي – شمال وشرق سوريا
الجمعة ٣٠ أيار ٢٠٢٥
Hêzên me di warê parastina ewlehî û aramiyê de li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de em van tiştan ji raya giştî re radigihînin:
Duh, Pêncşemê 29ê Gulanê, termê xortekî bîst salî li gundê Tinênîr a ser rêya Hol-Hesekê hat dîtin. Piştî lêkolînan derket holê ku ciwan di encama ku ji aliyê erebeyeke barhilgir ê cureyê navîn ve hatiye pêlêkirin ku jiyana xwe ji dest daye.
Hêzên me bi lêpirsînên hûrgilî, kiryarê bûyerê nas kirin ku welatiyê gundê El-Etwan ê kantona Cizîrê ye.
Dema li gund oparesyona girtinê dest pê kir, di navbera malbata kujer û malbata mexdûr de pevçûna çekdarî derket. Hêzên me ji bo çareserkirina aloziyê û pêkanîna ewlehiyê mudaxele kirin. Di vê demê de 2 endamên me dema hewl didan rewşê aram bikin û gumanbaran binçav bikin, birîndar bûn.
Em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de tekez dikin ku erka me ya parastina sivîlan û cîbicîkirina sîstemê dê berdewam be, û em ê dudilî nebin ji berpirsatiya her kesê ku bixwaze aramiyê têk bide yan jî jiyana kesên din tehdîd bike. Her wiha em bang li hemû şêniyan dikin ku bertekan nîşan nedin û bila aliyê aqil û qanûnê li ser hemû mebestên tolhildanê bi ser bikeve.
Dê edalet pêk were û em ê bi hevkariya civaka herêmê bi berpirsyarî bixebitin da ku bûyerên wiha dubare nebin.
Ji mexdûr re dilovanî û ji birîndarên me re şifaya lezgîn.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê
În, 30’ê Gulana 2025’an


