في إطار الحملة المستمرة لملاحقة خلايا تنظيم “داعش” الإرهابي، نفذت قواتنا بالتعاون مع قوات سوريا الديمقراطية، يوم الخميس 15 أيار/مايو، عملية أمنية دقيقة في ريف دير الزور الشرقي.
جاءت العملية بعد جمع معلومات دقيقة حول أماكن تواجد وتحركات عدد من عناصر التنظيم. وبعد رصد ومتابعة مستمرة، تم فرض طوق أمني محكم على الموقع، أسفر عن إلقاء القبض على عشرة أفراد متورطين في تنفيذ هجمات إرهابية استهدفت قواتنا والمدنيين والبنى التحتية.
كما صادرت قواتنا كمية من الأسلحة والذخائر بحوزة الموقوفين، وتؤكد قواتنا استمرارها في تنفيذ العمليات الأمنية ضد خلايا “داعش” في شمال وشرق سوريا حتى القضاء التام على مصادر تهديده.
بالسياق ذاته، نحذر بشدة كل من تسوّل له نفسه التستر أو التعاون مع هذه الخلايا الإرهابية، و أن يد العدالة ستصل إليه دون تهاون، وسيلقى مصيرهم المحتوم، أينما كان ومهما حاول التمويه أو الهروب.
Di çarçoveya hemleya şopandina şaneyên DAIŞ’ê de, hêzên me bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk 15’ê Gulanê roja Pêncşemê, li gundewarên rojhilatê Dêrezorê operasyoneke ewlehî li dar xistin.
Operasyon piştî komkirina zanyariyên rast derbarê cih û tevgera hejmarek ji çeteyên rêxistinê hat. Piştî çavdêrî û şopandina berdewam, çembereke ewlehî li derdora wê deverê hate danîn, di encamê de 10 kesên ku di pêkanîna êrîşên terorîstî de ku hêzên me, sivîl û binesazî armanc dikirin, hatin girtin.
Her wiha hêzên me miqdarek çek û cebilxane ji girtiyan desteser kirin. Hêzên me tekez dikin ku operasyonên xwe yên ewlehî yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta ku çavkaniyên metirsiyê bi temamî ji holê ranebin, berdewam in.
Em bi tundî hişyarî didin her kesê ku biwêre van şaneyên terorîst veşêre an hevkariyê bi wan re bike, ku destê edaletê dê bê dudilî bigihêje wan, û ew ê nesîba xwe bibin, li ku dibin bila bibin û çiqasî hewl bidin ku xwe veşêrin an jî birevin.