Derçûna hejmarek efserên Hêzên Ewlekariya Hundirîn

28 مارس 2024

Fakulteya Ş Tolhildan a zanistên polîsî dewreya 3`mîn a efseran bi navê Ş Melka Ayêd, der kir.

Fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî, fermandariya hêzên ewlekariya hundirîn, şandeyeke rêveberiya xweser û nûnerên meclisa malbatên şehîdan, di derçûnê de amade bûn.

Efserên derçûyî bi mûzîka koma protokolê derbasî merasîma leşkerî bûn, û piştra soza derçûnê xwendin.

Her wiha fermandariya hêzên ewlekariya hundirîn hejmarek efserên xwe wek serleşker ango lîwa diyar kirin.

Fermandarê QSDê payeyên leşkerî bi efseran û lîwa`an xist.

Ebdî got, hêzên ewlekariya hundirîn karekî girîng ji bo aramiya bakur rojhilatê Sûriyê dikin, û bal kişand ser erkên giran ên li ser milê efserên vê dewreyê.

Dewreya akademiya zanistên polîsî ya 3`an ji 228 efseran pêk hat, û 6 mehan bi waneyên qanûnî û ramyarî û leşkerî dewam kir.

Cîgirê hevserokatiya encûmena cibcîkar a rêveberiya xweser, derçûna efseran pîroz kir û qurbaniyên asayîşê yên ji bo parastina nirxên şoreşê bibîr anî.

Hat gotin pir girîng e ku waneyên perwerdeyê di pratîkê de werin bikaranîn.

Hevserokê desteya hundirîn a rêveberiya xweser, spasiya keda serxistina vê dewreyê kir, û got ew soz didin ku dê ji bo civakeke ewle û aram asta kar bilind bikin.

Di dawiya merasîmê de malbata Ş Melka Ayêd derçûn li hevalên keça xwe pîroz kirin, û gotin Melka di wijdanê hevalên xwe de sax û zindî ye.

عاجل