axuyanî ji raya giştî re: Di êrîşên xwe yên bi salan ên berdewam li dijî herêmên me de, bi taybet êrîşên dawî yên rejîma faşîst a Tirk

9 أكتوبر 2023
axuyanî ji raya giştî re: Di êrîşên xwe yên bi salan ên berdewam li dijî herêmên me de, bi taybet êrîşên dawî yên rejîma faşîst a Tirk

Dku bi armanca tevlîhevî, wêrankirin û pêşîgirtina li têkoşîna li dijî terorê ku ji aliyê gelê me û hêzên wê yên leşkerî û ewlekarî ve, tê kirin, şevê din 8`ê Cotmehê bi awayekî hovane êrîşî gelek herêmên ji Dêrikê, Rimêlan, di navde Akademiya Tunekirina Madeyên Hişbir ku di nava 24 saetan de ji bo parastina civakê ji encamên madeyên hişbir dixebite, pêk anî.
Her wiha êrîşî bîrên petrolê, herêmên sivîl di navde bexçeyên çandiniyê li gundewarên Dirbêsiyê û di encama wê de hejmarek xebatkar birîndar bûn. Di encama êrîşên duh û îro de 29 endamên Hêzên Tunekirina Madeyên Hişbir şehîd bûn û 28 jî birîndar bûn û birînên hin ji wan jî giran in.
Ev êrîş di çarçoveya bêdengiya navneteweyî ya li hember komkujiyên ku dewleta Tirk li herêmên me pêk tên, tên kirin. Me beriya niha jî behsa bêdengiya navneteweyî kiribû ku dê bibe sedem ku dewleta Tirk zêdetir komkujiyan pêk bîne. Tişta ku şevê din hate kirin mînaka herî ber çav û eşkere ye. Ji destêka êrişan ve ku ev bêdengî û paşguhkirin tê kirin û dê hovîtiya rejîma faşîst zêde bike. Divê raya giştî li hember binpêkirinên vê rejîmê li dijî gel û herêmên me, erkên xwe yên exlaqî pêk bîne û dûrî siyaseta dûalî bikeve li gorî bûyerên ku li herêmê rû didin. Ji ber dewleta Tirk pêşketin û bûyerên heyî li herêmê keysbaz dike û di heman demê de komkujiyan pêk tîne û bêyî tu astengiyan êrîş gel û herêmên me dike.
Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de binpêkirinên ku dewleta Tirk li hember çavên cîhanê pêk tîne şermezar dikin. Em piştrast dikin ku bêdengiya navnekteweyî destekdayîneke raste rast ji dewleta Tirk re ku êrîşî gelê me bike. Divê helwestên navneteweyî yên eşkere û zelal li hember binpêkirinên dewleta Tirk li dijî herêmên me yên ewle, gel û hêzên me yên leşkerî hebe ku di şerê li dijî DAIŞ`ê û terorê de bi hezeran şehîd dan. Gelê me destek da cîhanê û ew jî DAIŞ`ê û pilanên wan ên xeternak parast. Mixabin civaka navneteweyî îro li hember vî gelê ku ji aliyê hêzên destekê didin DAIŞ`ê rastî qirkirinan tên, bêdeng dimîne.
Em piştrast dikin ku em ê parastina gel û destkeftiyên xwe bikin. Em ê li gorî pîvana parastina rewa tev bigerin bêyî ku tu zerar bighêje destkeftiyên şoreşa gelê me y ê demokratîk û em ê avakirina îradeya civaka xwe û em ê bi îsrar jiyana bi rûmet, berdewam bikin.
Ji bo wefedariya bi şehîdan re û şermezarkirina vê êrîşa hovane em 3 rojan şîniyê radighînin.
Sersaxî ji malbatên şehîdan.
Şîfa ji birîndaran re
Bimre faşîzma Tirkiyê û hevkarên wê

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

9`ê Cotmeha 2023`an

عاجل