تخريج عدة دورات تدريبية خاصَّة بمفاهيم الشرطة المجتمعية Çend dewreyên perwerdeyê yên li ser têgehên polîsa civakê bi dawî hat

5 مايو 2023
تخريج عدة دورات تدريبية خاصَّة بمفاهيم الشرطة المجتمعية Çend dewreyên perwerdeyê yên li ser têgehên polîsa civakê bi dawî hat

يوم الخميس 4 أيار / مايو اختتمت قواتنا عدة دورات تدريبية جديدة خاصَّة بمفاهيم الشرطة المجتمعية في مدينتي قامشلو وديرك وبلدة تربسبيه .

بحضور اللجنة المُشرفة على التدريب وعدد من الإداريين ، بدأ التخريج بالوقوف دقيقة صمت احتراماً وتقديراً لأرواح شهدائنا الأبرار ، كما أُلقيت عدة كلمات تحدثت حول أهمية الدورات التدريبية ومساهمتها في تطوير قدرات وكفاءات الأعضاء وحثهم لتقديم المزيد من الجهود أثناء تأدية واجبهم في خدمة المواطنين والمحافظة على سلامتهم .

حيث بلغ عدد الأعضاء المشاركين في الدورة ” 75 ” عضواً وعضوةً ، ليتم اختتام التخريج بتسليم الشهادات التي تُثبت اجتيازهم لهذه الدورة .

 

Di 4’ê Gulanê roja Pêncşemê de, hêzên me li bajarên Qamişlo, Dêrik û bajarokê Tirbespiyê, li ser têgînên polîsa civakê çend dewreyên nû yên perwerdeyê bi dawî kirin.

Bi amadebûna komîteya çavdêriya perwerdeyê û hejmarek ji rêveberan, merasîma bidawî kirinê bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdên me yên bi rûmat dest pê kir û gelek axaftin hatin pêşkêş kirin û tê de behsa giringiya dewreyên perwerdeyê û beşdariya wan di pêşxistina karîn û jêhatîbûna endaman de kirin û daxwaz ji wan hat xwestin ku di dema pêkanîna erkê xwe di xizmetkirina welatiyan û parastina ewlehiya wan de hewlên zêdetir bidin.

Hejmara endamên beşdarî dewreyê bûne gihişte “75” endamên jin û mêr, di dawiyê de hevalên dewre qedandine bawernameyên xwe radest birin .

عاجل