تخريج الدورة التخصصية الأولى لمكافحة المخدرات . Dewreya yekem di branşa dijî hişbiran de derçûn

7 يوليو 2022
تخريج الدورة التخصصية الأولى لمكافحة المخدرات . Dewreya yekem di branşa dijî hişbiran de derçûn

Roja pêncşemê 7ê tîrmehê, hêzên me li Akademiya Şehîd “Nisrîn” dewreyeke taybet a beşa dijî hişbiran derçûnkirin û ev dewre navê şehîd “Mihemed Tahêr Osman” li ser bû.
Merasîma derçûnê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîdên me dest pê kir û hejmarek ji rêveberên hêzên me, serokatiya hevbeş a Desteya Hundirîn a Herêma Cezîrê û malbata şehîd “Mihemed” amade bûn.
Li wir axaftinek ji aliyê serokatiya desteya hundirîn “Kanaan Berekat” hat pêşkêşkirin, têde pesna rola bibandor a hêzên me di şerê li dijî hişbiran û parastina gelê me ji tevlîbûn û bikaranîna wan hişbiriran kir, ji bo parastina zarokên me ji nexwaşiyên kujer û nexwaşiyên kêmkirina tevgerê yê ku ew madeyên hişbir çêdikin. Her wiha destnîşan kir ku pêwîste dersên ku endamên hêzên me girtine ji bo sînorkirina belavbûna vê belayê li herêmên me bigirin.
Perwerde çil û pênc rojan berdewam kir, tê de endamên ku perwerdeyên taybet wergirtine ji bo şopandina her kesê ku bazirganiya madeyên hişber dike û hewl dide jiyana xelkê bi rêya belavkirina wan hişbiran li herêmên me bitewîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên me bi berdewamî hemû madeyên hişbir desteser û pûç dikin da ku jiyana hemû pêkhateyên gelê me ji bikaranîna madeyên hişbir û tevlîbûna wan biparêzin.

 

اليوم الخميس 7 تموز /يوليو خرَّجت قواتنا دورةً خاصَّة بقسمِ مكافحة المُخدرات في أكاديمية الشهيدة “نسرين” وحملت الدورة اسم الشهيد “محمد طاهر عُثمان”.

بدأ التخريج بالوقوف دقيقة صمت احتراماً وتقديراً لأرواح شهدائنا الأبرار، وحضرَ التخريج عددٌ من إداريي قواتنا والرئاسة المُشتركة لهيئة الداخلية بإقليم الجزيرة وعائلة الشهيد “محمد” ، حيثُ أُلقيَت كلمةً لرئاسة الهيئة الداخلية “كنعان بركات” أشاد بها لدور قواتنا الفعَّال في مكافحةِ المخدرات وحماية أبناء شعبنا من التورط بها وتعاطيها لكي نحمي أبنائنا من الإصابة بالأمراض المميتة والعجز الحركي الذي يسببهُ إدمانها ، كما نوَّه إلى ضرورة الالتزام بما يتلقاهُ أعضاء قواتنا من دروسٍ للحدِّ من انتشاء هذه الآفة في مناطقنا.

استمرَّتْ الدورة خمسةً وأربعين يوماً تلقَّى من خلالها الأعضاء والعضوات المتدربون دروساً خاصَّة في ملاحقة كل من يقوم بمتاجرة المُخدرات ويسعى لاستنزاف أرواح الأهالي بنشرها في مناطقنا .

الجدير ذكره أن قواتنا مُستمرَّة على الدوام في مصادرةِ وضبطِ كل المواد المُخدِّرة لإتلافها وحماية أرواح كافَّة مكونات شعبنا من تعاطيها و التورط بها .

عاجل