بيان انطلاق المرحلة الثالثة لعملية “الإنسانية والأمن” في مخيم الهول Daxuyaniya Destpêkirina Qonaxa Seyemîn a Operaseyona “Mirovî û Ewlehî” li Kampa Holê

27 يناير 2024
بيان انطلاق المرحلة الثالثة لعملية “الإنسانية والأمن” في مخيم الهول Daxuyaniya Destpêkirina Qonaxa Seyemîn a Operaseyona “Mirovî û Ewlehî” li Kampa Holê

لقد تحملت الإدارة الذاتية وقواتها الأمنية والعسكرية خلال الأعوام الماضية كافة الأعباء المتعلقة بمنع تعاظم الخطر الإرهابي في مخيم الهول وتقليل وحشية العمليات الإرهابية التي تنفذها خلايا التنظيم الارهابي ضد قاطني المخيم، على الرغم من تدني مستوى الاهتمام الدولي والقيام بمسؤولياته تجاه هذا الملف الخطير والمتصاعد.
خلال الفترة الماضية، عمل تنظيم داعش الإرهابي على زيادة نشاطه وخلاياه ضمن المخيم مستغلاً الظروف الإنسانية وانشغال القوّات العسكرية والأمنية بالتصدي لهجمات الاحتلال التركي ومرتزقة الأجهزة الأمنية التابعة للنظام السوري، حيث نفذ العديد من العمليات الترهيبية الإجرامية والقتل والضغط على القاطنين وحرق المساعدات الإنسانية ومنع وصولها الآمن إلى داخل المخيم بما فيها اللوازم الطبية، وكذلك خلق بيئة لتشكيل الخلايا الإرهابية بما فيها زيادة تجنيد وتدريب الأطفال على الفكر المتطرف من قبل نساء التنظيم اللواتي انخرطن بشكل مباشر وممنهج في محاولات إعادة إحياء التنظيم، إضافة للتخطيط لعمليات الفرار وبث الفوضى في المخيم لإشغال القوّات الأمنية وعرقلة عملها في ضبط الأوضاع.

وبناء على اعترافات العديد من عناصر الخلايا الإرهابية الذين تم القبض عليهم خلال الفترة الماضية، فقد خطط التنظيم الإرهابي وبناء على توجيهات من زعيمه للهجوم على المخيم من الخارج بالتنسيق مع تحركات الخلايا في الداخل، حيث لا يزال مخيم الهول الهدف الأساسي للتنظيم الإرهابي ومادة دعائية معتمدة في جميع إصدارته ومعرفاته الترويجية.
ولمواجهة ذلك، واستمراراً لكفاحنا العظيم والتزاماتنا الأخلاقية والإنسانية، فأننا في قوى الأمن الداخلي لإقليم شمال وشرق سوريا وقوّات سوريا الديمقراطية وبريادة وحدات حماية المرأة YPJ وبدعم ومساندة من التحالف الدولي لمحاربة داعش نعلن انطلاق المرحلة الثالثة لعملية “الإنسانية والأمن” في مخيّم الهول لملاحقة الخلايا الإرهابية لداعش وتجفيف بؤرها والقبض على المطلوبين بمن فيهم منفذو الهجمات الإرهابية والمتعاونين وكذلك المتورطين في تسويق الأفكار المتطرفة ولا سيما بين الأطفال.

إن قوّات العملية والتي أثبتت جدارتها وانضباطها في مواجهة الإرهاب خلال سنوات الكفاح الطويلة وقدمت الكثير من التضحيات، تجدد التزامها بقوانين ومواثيق حقوق الإنسان وخاصة تلك التي تنظّم آلية التعامل الأمني مع البيئات التي تتخفى فيها الخلايا الإرهابية وتستغلها للقيام بعملياتها الإرهابية وبشكل خاص في مخيم الهول، وهي ستقوم بما يقع على عاتقها من عمليات وإجراءات أمنية فورية وطويلة الأمد لإزالة الخطر الإرهابي على المنطقة وسكانها.

القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي لإقليم شمال وشرق سوريا
٢٧ كانون الثاني ٢٠٢٤

 

Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên ewlekarî û leşkerî di salên borî de hemû barên têkildarî rêgirtina li ber zêdebûna metirsiya terorî li kampa Holê û kêmkirina hovîtiya çalakiyên terorîstî yên ku şaneyên DAIŞ`ê li dijî nişteciyên kampê pêk tîne, hilgirte ser milê xwe. Ev yek bi ruxmê kêmbûna asta baldariya navdewletî ku diviyabû bi berpirsyartiya xwe ya di derbarê vê dosyaya xeter de rabe, pêk hat.
Di dema derbasbûyî de, çeteyên DAIŞ`ê tevger, çalakî û şaneyên xwe di nava kampê de zêdekirin. Ev zêdekirin jî hemwextî mijûlbûna hêzên leşkerî û ewlehî di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî rejîma Sûriyê, pêk hat. Lewra van çeteyan gelek çalakiyên tirsandin û kuştinê pêk anîn, her wiha zext li ser nişteciyên kampê kirin û alîkariyên mirovî yên weke pêwîstiyên tendurustiyê şewitandin û nehiştin bi aramî bigihêjin hundirê kampê. Bi vî rengî hewldan ku hawîrdoreke gûncav ji bo şaneyên terorî ava bikin, zêdetir zarokan beşdar bikin û bi riya jinên DAIŞ’î yên ku ji bo vejandina DAIŞ`ê roleke aktîf dileyîzin, zarokan li ser fikrên radîkal û tund perwerde bikin. Her wiha planên xwe yên revandin û derxistina tevlîheviyan di nava kampê de zêdetir kirin da ku ewlehiya kampê têk bibin.
Li gel van kiryaran jî, gelek mikurhatinên şaneyên DAIŞ`ê ku di demên dawî de hatibûn girtin, piştrast dike ku çeteyan bi fermanên yekser ji serçeteyê xwe, plan kirine ku ji derve bi rêka pêwendiya bi tevgerên şaneyên di hundir de êrîşî kampê bikin. Ji xwe hîn jî Kampa Holê weke hedefa sereke û amûra propagandaya DAIŞ`ê ye û di hemû weşanên xwe de vê bikar tîne.
Lewra, weke berdewamiya têkoşîna me ya giranbiha û erkên me yên exalqî û mirovî ji bo pêşîlêgirtina li ber vê yekê, weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Sûriya Demokratîk a ku di pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê de beşdar dibe û bi piştgiriya hêzên Hevpeymana Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞ`ê, em qonaxa seyemîn a operaseyona “Mirovî û Ewlehî” li Kampa Holê radigihînin. Ev operasyon wê endamên şaneyên DAIŞ`ê û zuhakirina dorhêlên wan, girtina kesên xirabkar û di nav de berpirsên êrîşên terorîstî û hevkarên wan, her wiha kesên ku fikrên radîkal û tund di nava zarokan de belav dikin, hedef bigre.
Weke hêzên operasyonê yên ku di salên dirêj ên têkoşînê de li hember terorê, bi hêz û disiplîna xwe, xwe îspat kiriye û di vî warî de me gelek bedel dane, em pabendbûna xwe ya bi qanûn û peymanên mafên mirovan, tekez dikin. Nemaze qanûnên ku mekanîzmaya ewlekariyê yên li hember jîngehên weke Kampa Holê ku şaneyên terorîst xwe tê de bi cih dikin û ji bo çalakiyên xwe bikar tînin, rêxistin dike, em pabendbûna xwe pê nû dikin.
Ji xwe wê hêzên me hemû erkên ku dikeve ser milê wan ji operaseyon û tedbîrên ewlehiyê yên bilez an jî demdirêj ji bo têkbirina xeteriya terorê li ser herêmê û gelê wê, erka xwe pêk bîne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn
a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
27 Çile 2024

 

عاجل