ضبط الآلاف من الحبوب المخدرة في مدينة الرقة Li bajarê Reqayê bi hezaran hebên hişbirê hatin desteserkirin

18 يناير 2024

ألقت قواتنا في مكافحة المخدرات يوم الإثنين 15 كانون الثاني/يناير القبض على شخص يتاجر ويروج ويتعاطى المواد المخدرة في مدينة الرقة.

نتيجةً للعمل المستمر لمكافحة المخدَّرات في متابعة الأشخاص المتورطين في هذه الموادَّ الخطرة، إشتبه أعضاء قواتنا بشخص يقوم بترويج وتعاطي المواد المخدرة وبعد عمليات الرصد والتحري وجمع الأدلة التي تثبت تورطه، تم إلقاء القبض عليه بكمينٍ محكم حيث ضبط بحوزته ستون ألف حبة من حبوب الكبتاغون المخدرة.

أثناء التحقيق معه إعترف بالجرم المنسوب إليه ليتم تحويله إلى النيابة العامة لإتخاذ الإجراءات القانونية اللازمة بحقه.

تهيب الإدارة العامة لمكافحة المخدرات الأخوة المواطنين بالإبتعاد عن هذه الآفة القاتلة والإبلاغ عن كل من يعمل بها للحفاط على سلامة أبناء شعبنا.

 

Di 15’ê Çileyê roja Duşemê de hêzên me yên dijî madeyên hişbirê kesekî ku li bajarê Reqayê bazirganî, belavkirin û bikaranîna madeyên hişbirê dikir, girtin.
Di encama berdewamiya xebatên dijî madeyên hişbirê de ji bo şopandina kesên ku di van madeyên metirsîdar de cih digirin, endamên me guman kirin ku kesek bi belavkirin û bikaranîna madeyên hişbirê dixebite, piştî şopandin, lêkolîn û komkirina delîlên ku tawana wî îsbat dikin, di kemînekê de hat girtin, şêst hezar hebên Kaptagon di destê wî de hatin dîtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li sûcê xwe mikur hat û ji bo der barê wî de tedbîrên pêwîst bên girtin ji Dozgeriya Giştî re hat şandin.
Rêveberiya Giştî ya dijî madeyên hişbirê bang li hemwelatiyan dike ku xwe ji vê nexwaşiya kujer dûr bigirin û her kesê ku tê de kar dike ji bo selametiya gelê me ji navendên me re ragihînin.

عاجل