مروجَان للعملة المزورة بقبضة قواتنا في مدينة الرَّقة Hêzên me li bajarê Reqayê 2 belavkarên diravên sexte girtin

24 ديسمبر 2023

يوم الجمعة 22 كانون الأول/ديسمبر ألقت مكافحة الجريمة على شخصان يعملان في ترويج العملة المزورة في مدينة الرقة.

نتيجةً لما تقوم به قواتنا في مكافحة الجريمة من متابعة للأعمال المُخلَّة بالسلامة العامَّة ، تم الإشتباه بشخصين يعملان في ترويج العملة المزورة في المدينة، وبعد عمليات رصدٍ ومتابعة وجمع الأدلة والثبوتيات حول تورطهما ، تم إلقاء القبض عليهما في مُداهمةٍ مُحكَمة وضُبِطَ بحوزتهما “3500”دولار أمريكي مزور مُعد للتصريف داخل اسواق الرقة

أثناء التحقيق معهما إعترافا بأعمالهم الغير قانونية، لتقوم قواتنا بتحويل الجناة للنيابة العامَّة لإتخاذ الإجراءات القانونية اللازمة بحقهما.

تواصل قواتنا عملها بحفظ الأمن ومحاسبة الأشخاص الخارجين عن القانون كما تنوه الإدارة العامة لمكافحة الجريمة الأخوه المواطنين بالتعاون والإبلاغ عن الأشخاص المشتبهين للحد من هذه الأعمال التي تخل بأمن واستقرار مناطقنا.

Roja Înê 22ê Kanûnê, hêzên dijî tawanan du kesên ku di belavkirina diravên sexte li bajarê Reqayê de kar dikirin, girtin.
Di encama xebatên dijî tawanan de, di çarçoveya şopandina kiryarên ku ewlehiya gel têk dide, 2 kes hatin gumankirin ku li bajêr di belavkirina diravên sexte de dixebitin, piştî şopandin û komkirina delîl û belgeyên derbarê tevlîbûna wan de, di serdegirtinekê de hatin girtin û 3 hezar û 500 dolarên Amerîkî di destê wan de hatin dîtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku kiryarên xwe yên neqanûnî kirine, ji ber wê jî sûcdar ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin da ku tedbîrên pêwîst li dijî wan bên girtin.
Hêzên me xebatên xwe yên ji bo parastina ewlehiyê didomînin û ji kesên deveyî qanûnê hesabê dipirsin, Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Tawanan jî bang li hemwelatiyên xwe dike ku hevkariyê bikin û kesên gumanbar ragihînin da ku van kiryarên ku ewlehî û aramiya herêmên me têk dibin bi sînor bikin.

عاجل