Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin

7 أكتوبر 2023
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin

Nûkirin hejmar (4)
Êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a bi balafirên şer, balafirên bê mirov, top û hawanan li ser saziyên xizmetguzariyê yên wekî av, elektrîk, wêzgehên petrolê û gund û bajarokên niştecihan nesekinîn.
Em encameke din a êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me ji raya giştî re radigihînin:
Tirbespiyê:
Stasyona veguheztina kehrebê tevî 4 gundên niştecihan yên bi navên (Til Cîhan-Til Bişk-Zorava-Şalhûmiyê) hedef girtin.
Zirgan:
Stasyona sotemeniyê ya Til El emîr – Stasyona sotemeniyê ya El-Şerq – Gundê Til Hirmil – Gundê Rebî’at bi 11 topên hawanê hatin hedefgirtin – Bajarokê Zirgan bi 4 topên hawanê – Gundê Xirbet Şi’ar bi 7 topan – Gundê Til El-Werid)
Til Temir:
Armanckirin û bombebaran li ser van deran (Gundê Um El-Xêr bi 7 topên hawanê – Gundê El-Kozliye bi 4 topên hawanê – Gundê El-Mehel bi 4 topên hawanê – Gundê El-Tawîla bi 7 topan – Sewami’ên genim li gundê Um El-Kêf)
Herêma Koçerat:
Balafirên şer Çiyayê Qercoxê û stasyona avê ya Xana Serî, gundê Tiqil biqil û gundê Şirk jî hedef girtin.
Amûdê:
Balafireke şer kargeheke tevnê û gundê Til El-Kêf hedefgirt
Kobanî:
Miştenûr – Gundê Koperlek bi 5 topên hawanan – Gundê Til Şi’îr – Girê Sosan bi 2 topan – Gundê koran bi 4 topan – Gundê Zormexar bi 4 topan – Gundê Seftik bi 2 topan- Gundê El-Ehmediyê bi 2 topan – Gundê Ehmediyê Sexîr – Gundê El-Fetsa bi 6 topên hawanê – Gundê Zenobiya – Gundê Xalidiya – Gundê Feleh – Gundê El-Hemese- Gundê Kor Hesen bi du topan – Gundê Bender Xan bi du topan – Girê Sakûle – Kampa Eyn Îsa)
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê
7/10/2023

عاجل