‏Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê ‏Sûriyê didomîne

6 أكتوبر 2023
‏Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê ‏Sûriyê didomîne

Nûkirin hejmar. (3)

‏Berdewamiya Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me, bi bikaranîna balafirên şer, balafirên keşfê, top û hawanan, êrîşî gelek navendên debarê û xizmetguzarî, gund û bajarokên niştecihan kirin, û di encamê de ziyanên mezin gihandine navendan û qurbanî û birîndarên sivîl hene.
‏Em binpêkirinên din a êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me ji raya giştî re radigihînin
‏Bajarê Qamişlo:
‏3 top li gundê Til Zîwanê ketin.
‏Armanckirina kargeheke cemedê (bûz) li nêzîkî gundê Demxiyê ku di bin kontrola rêjîma Sûriyê de ye.
‏Li Elî Firo foca Pêncemîn hedef girtin
‏Derdora navenda avahîsaziya leşkerî ya li hîzama bakur hedef girtin
‏Bajarê Tirbespiyê:
‏Bi 2 topan a balefireke şer zeviyeke petrolê ya li nêzî xala kontrolê ya Asayîşê hedef girt
‏Du top li derdora stasyona veguhestina elektrîkê
‏Heqla petrolê ya Ewdeyê jî bi 6 topan hate hedefgirtin
‏Di encama bombebaranê de li bajarokê Tiebaespiyê welatiyekî sivîl şehîd bû
‏Bajarê Amûdê:
‏gundê Xirbet Xewî bi topekê kir armanc.
‏Bajarê Hesekê:
‏Cebel Kezwan / Cebel Ebdulezîz / bi Balafirên şer 4 top lêdan /
‏Bajarê Til Temir:
‏11 top li gundên El-Tawîla, El-Dirdara û gundê Til Cuma ketin (2 endamên Meclîsa Leşkerî ya Suryan birîndar bûn).
‏Bajarokê Çil Axa:
‏Stasyona Sêgirka Dar’o hat hedefgirtin û ji xizmetê hat bi derxistin
‏Armanckirina stasyona Alet El qews ya neftê
‏stasyona petrolê ya ilyan hedef girtin
‏Girkê legê:
‏Bombebarankirina hîzama Rumêlanê ya li kêleka xala kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn
‏Koçerat:
‏Akedemiya Erka Xweparastinê ya Şehîd Bawer hedef girtin
‏Xala Şirikê armanc kirin
‏Dêrik:
‏Xaleke leşkerî ya li Bendava kirî Kira kirin hedef
‏Li derdora nexweşxaneya Kovîd-ê armanc kirin
‏Kobanî:
‏Her yek ji van gundan: Cerqilî bi 3 top, Til Şi’îr û Zur Mexar bi 6 top û gundê Xerab Eto bi 7 topên hawanê hatin hedef girtin.
‏Eyn Îsa
‏Sewami’ tevî gundê Sawan, gundê Kûr Hesen, gundê Ebû Nîtono û gundê Ehmedî Saxîr bi 3 topên hawanê û gundê Dibsê jî bi du topên hawanê hatin armanckirin.
‏Minbic:
‏Gundê Korhiyûkê bi 5 topên hawanê hedef girtin
‏Û gundê Kawkliyê jî bi 4 topên hewanê
‏Gundê Qurtê bi 4 topan
‏Gundê Seîdê bû hedefa 64 topan
‏Û gundê Mohsinîn 4 top
‏Gundê Ewn El-Dadat bi 10 topên hawin û 6 topên obîsê hate bombebarankirin.
‏Gundê Catî bi 7 topan
‏Gundê Şêx Yehya jî bû hedefa du topan
‏Herêmên Şehba:
‏Gundên niştecihan hatin armanckirin (Hirbil, Um el-Qûra, Nêrabiyê, Xirbet Şeal, Radar, Um el-Hoş Beluniyê, Til Rifeat, Eyn Deqnê, Dêrcimêl, Kefer Neye, Kefer Nasêh,
‏Aqîbê, Tinib, Ziyaret, Şêx Hilal, Şêx Îs)
‏Her wiha di du saetên borî de balafirên bê mirov Stasyona veguhestina kehrebê li Qamişlo li nêzî nexweşxaneya Kovîd-ê û stasyona veguhestina kehrebê ya li Tirbespiyê û navend û stasyona gazê ya Swêdiyê ku piraniya bajar û bajarokan elektrîkê pêşkêş dike bombebaran kirin.

‏Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê
6/10/2023

عاجل