Daxuyaniya Çapemeniyê Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin (Nûkirin 2)

5 أكتوبر 2023
Daxuyaniya Çapemeniyê Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin (Nûkirin 2)

Îro Pêncşemê (05.10.2023) êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me (Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê) berdewam dikin, ku bi êrîşên ezmanî binesaziya navendên xizmetguzarî û çavkaniyên debarê dikin hedef.
Di van êrîşan de kuştî û birîndarên sivîl çêbûn. Em ziyaneke din a êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me ji raya giştî re radigihînin:
Hejmara cihên ku ketine ber bombebarana dewleta Tirk gihişt 21 cihan, ji wan 10 cihên binesaziyê, 8 cihên niştecihbûnê û 3 cihên Hêzên Ewlekariya Hundirîn.
Qurbanî: 11 kes şehîd bûn, ku 5 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ne û 10 kes birîndar bûn, ji wan 8 sivîl û 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ne.
Cih: Bajarên Hesekê, Qamişlo, Til Temir, Kobanî û herêma Şehbayê hatine hedefgirtin.
– Hiseke: Kargehek li gundê Mişêrfa Himê, li derdora kampa Waşokanî du caran, otomobîlek li nêzîkî navenda elektrîkê ya Bendava Rojava, ku beşeke mezin ji bajarê Hesekê û gundewarê wê dabîn dike.
– Qamişlo: Derdora bendava Çil Axa, Til Hebeş li gundewarê Amûdê,  cihekî petrolê li nêzîkî gundê Kerdahol li navçeya Terbesbiyê, stasyona petrolê ya Seyda li gundewarê Tirbespiyê, stasyona petrolê ya El-Qews li devera Aliyan. Li Çilaxa stasyona elektirîkê li ser hîzama başûrê bajarê Qamişlo, xaleke leşkerî nêzî  stasyona elektrîkê li hêzama başûrê bajarê Qamişlo, zeviya neftê ya Ewdê li Tirbespiyê, bîrên petrolê li Til Xatûn li Tirbespiyê, û stasyona Xerab Esker a girêdayî hikûmeta Şamê li gundewarê başûrê Tirbespiyê).
– Til Temir: Gundê Til Tewîl, derdora stasyona veguhestina avê li gundê El-Rekba, gundê El-Derdara.
– Kobanî: Sirîn, gundê El-Qeşf, motorek li gundê Çelebiyê yê rojhilatê kantona Kobanê, li ser rêya navdewletî M4.
– Şehba: Dronekê xaleke hêzên hikûmeta Şamê li gundê Meyasaê kir armanc û du leşker birîndar bûn.

Em bang li gelê xwe yê li van herêman dikin ku bibin yek û ji bo parastina jiyana xwe li cihên ewle bimînin. Her wiha em pabendiya xwe bi berdewamî ji bo parastina aramiya herêmê û parastina gelê xwe ji her destdirêjiyekê tekez dikin.
Em bi hev re li ber xwe didin, bi hev re em bi ser dikevin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê
5`ê Cotmeha 2023`an

عاجل