Daxuyanî ji Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê

5 أكتوبر 2023
Daxuyanî ji Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Ji sibeha îro Pêncşemê 5`ê Cotmehê ve, dewleta Tirk bi zêdeyî 15 balafirên bêmirov ku derbasî esmanê bakurê rojhilatê Sûriyê bûne, rêze êrîş li ser herêmên me pêk anîn, û careke din gelek xal, binesazî, navendên xizmetguzariyê û stasyonên gaz û petrolê kirin armanc. Di encamê de birîndar û qurbanî ketin, û êrîşên wê jî navçeyên niştecihan û sivîlan kirin armanc.
Em ji raya giştî re êrîşên dewleta Tirk a dagirker û zerarên wê radigihînin:
– Du êrîşên asmanî li derdora kampa Waşokanî ya awareyên Serê Kaniyê li gundewarên Hesekê.
– Kargehek li gundê Muşeirfet El-Hemma yê bakurê rojavayê Hesekê, ku di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.
– Motorskiletek li gundê Xerab Işkê dikeve başûrê rojhilatê kantona Kobanî, li ser rêya navdewletî M4, di encamê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
– Hin gundên ku sivîl lê dijîn li gundewarên Kobanî, Til Temir û Hesekê.
– Cihê depoyên petrolê li nêzîkî gundê Kardaholê li başûrê rojavayê navçeya Tirbespiyê.
– Stasyona petrolê li gundê El Qews ê girêdayî navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo.
– Cihek li derdora stasyona veguhestina avê li gundê El-Rekba li başûrê navçeya El-Temerê, ku di encamê de ziyanên madî çêbûn.
– Derdora Bendava Çilaxa, li bakurê wê navçeya girêdayî kantona Qamişlo.
– Gundê El Hebeş ê dikeve başûrê navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ku di encamê de 6 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan.
Em bang li gelê xwe ji hemû pêkhateyan dikin bo giringiya pêkvejiyan û yekîtiyê, weke ku di hemû qonaxên berê de pêk hat, bi israr li ser bijartina xwe ya parastina herêmên xwe û bilindkirina dengê xwe ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê ku destkeftiyên gelê me piştî jiyaneke azad di encama şerê terorê de dike armanc, bimînin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyê
5/10/2023

 

عاجل