شابتان بقبضة مكافحة المخدرات بتهمة ترويج المخدرات Du jinên ciwan ji ber bazirganiya hişbirê hatin girtin

24 أغسطس 2023
شابتان بقبضة مكافحة المخدرات بتهمة ترويج المخدرات Du jinên ciwan ji ber bazirganiya hişbirê hatin girtin

ألقت قواتنا يوم الخميس  3 آب / أغسطس  القبض على شابتان تروجان مواد مخدرة في مدينة قامشلو.

بعد ورود معلومات مؤكدة عن قيام شابتان بترويج حبوب مخدرة في الحديقة العامة بالمدينة، باشر أعضاء قواتنا في مكافحة المخدرات بالتحري عنهن والاستدلال على هويتهن ،
ليتمكنوا من القبض عليهن بالتنسيق مع قوى الأمن الداخلي المرأة ، وذلك بالجرم المشهود أثناء توزيعهن وترويجهن للحبوب المخدرة، كما وضبط بحوزتهن  10 حبوب من نوع بيوغابالين ،  6 حبوب من نوع انديترو المخدرة.
أثناء التحقيق معهن إعترفتا بترويج هذه المواد  بين فئة الشباب لقاء مبالغ مالية، ليتم تحويلهن إلى النيابة العامة لاتخاذ الإجراءات القانونية بحقهن حسب الأصول.

 

تُهيب الإدارة العامَّة لمكافحة المخدَّرات الأهالي بالإبلاغ عن أي نشاطات ذات صلة بترويج أو تعاطي أو بيع الموادَّ المخدَّرة لأقرب نقطة أمنية تابعة لقواتنا.

 

Roja Pêncşemê 3’ê Tebaxê hêzên me du jinên ciwan ên ku madeyên hişbir difirotin li bajarê Qamişlo girtin.

Piştî ku agahî hatin piştrastkirin ku du jinên ciwan li parka giştî ya bajêr hebên hişbir difiroşin, endamên me yên dijî madeyên hişbir dest bi lêkolînê kirin û nasnameya wan eşkere kirin.
Her wiha bi kordîneya li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn re, ew herdu dema ku hebên hişbir belav dikirin li ser sûc hatin girtin û 10 hebên Biyogablîn û 6 hebên hişbir êm endîtro desteser kirin.
Di dema lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku di berdêla pereyan de ev made li ser ciwanan belav kirine, ji bo ku li gorî rêgezan der barê wan de tedbîrên qanûnî bên girtin radestî Dozgeriya Giştî kirin.

 

Rêveberiya Giştî ya dijî madeyên hişbir bang li milet dike ku her çalakiyên têkildarî belav kirin, bikaranîn an firotina madeyên hişbirê ji nêziktirîn nuqteya ewlehiyê ya hêzên me re ragihînin.

 

عاجل