القبض على ٣٢ مرتزقاً ومشتبهاً بهم في إطار حملة “الانتقام لشهداء الرقة” Di çarçoveya pêngava “Tolhildana şehîdên Reqayê” de 32 çete û gumanbar hatin girtin.

27 يناير 2023
القبض على ٣٢ مرتزقاً ومشتبهاً بهم في إطار حملة “الانتقام لشهداء الرقة” Di çarçoveya pêngava “Tolhildana şehîdên Reqayê” de 32 çete û gumanbar hatin girtin.

في إطار حملة “الانتقام لشهداء الرقة” التي أطلقتها قوى الأمن الداخلي لشمال وشرق سوريا وقوات سوريا الديمقراطية بدعم من التحالف الدولي، كثفت القوات المشتركة عمليات التفتيش والملاحقة للعناصر المرتزقة التابعة لتنظيم داعش الإرهابي في مناطق الكرامة وصرين والمنصورة، إضافة إلى مدينة الرقة التي بدأت فيها القوات بعمليات التمشيط صباح اليوم.
وخلال عمليات التمشيط يوم أمس ألقت القوّات القبض على ٣٢ مرتزقاً ومشتبهاً بهم في المناطق الثلاث، إضافة إلى ضبط كمية من الأسلحة والذخيرة والوثائق.
ومن بين المعتقلين الذين أُلقي القبض عليهم في مدينة الرقة اثنين من عناصر التنظيم الإرهابي من الذين يسروا لعملياته الإرهابية وتستروا على عنصر شارك في الهجوم على مركز قوى الأمن الداخلي في حي الدرعية في أواخر الشهر الماضي وأدى إلى استشهاد ستة مقاتلين من قوى الأمن الداخلي وقوّات سوريا الديمقراطية.
كما تمكنت القوّات من التقاط تحركات لخلية إرهابية في محيط بلدة المنصورة كانت تحاول التنقل إلى مناطق بعيدة عن نطاق العمليات وتغيير أماكن تواجدها، حيث تم إفشال المحاولة وتفكيك الخلية الإرهابية.
صباح اليوم، بدأت قوات الحملة عمليات التمشيط في مدينة الرقة، حيث تم تمشيط أجزاء كبيرة من حيّ الدرعية ولا تزال مستمرة.
وفي الريف الغربي للرقة، تواصل قوات العمليات المشتركة عمليات التمشيط في قرى أبو قبيع وحمام، كما تتواصل العمليات في منطقة صرين وفق الخطة الموضوعة.

المركز الإعلامي لقوى الأمن الداخلي – شمال و شرق سوريا
27 كانون الثاني 2023

 

Di çarçoveya pêngava “Tolhildana Şehîdên Reqayê” ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk bi piştevaniya Koalîsyona Navdewletî ve hatiye destpêkirin, hêzên hevbeş çavdêrî û şopandina çeteyên rêxistina DAIŞ li herêmên Kerama, Sirîn û Mensûra tevî bajarê Reqayê zêde kirin ku îro danê sibê hêzên hevbeş dest bi operasyonê teftîşê kirin.

Di operasyonên temşîtê yên duh de hêzên hevbeş li her sê herêman 32 çete û gumanbar girtin û miqdarek çek, cebilxane û belge jî desteser kirin.

Di nav girtiyên ku li bajarê Reqayê hatin girtin de du çeteyên rêxistina DAIŞê hene ku hêsankariya operasyonên wê yên çetetî dikirin û çeteyekî ku beşdarî êrîşa li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Dir’iyê di dawiya meha borî de bû, veşartin ku 6 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk di wê êrîşê de şehîd bûn.

Her wiha hêzên hevbeş liv û tevgerên şaneyeke çete li derdora bajarokê Mensûra ku hewl dida ber bi deverên dûrî çarçoveya operasiyonê ve biçe û cihên xwe biguherîne, bi dest xistin û ev hewldan hate têk birin û şaneya çete hate jihev kirin.

Îro danê sibê, hêzên hevbeş dest bi operesyonên paqijkirina bajarê Reqayê kirin, her wiha ku beşeke mezin ji taxa Dir’iyê hatin paqijkirin û heta niha jî berdewam in.

Li gundewarê rojavayê Reqayê, Hêzên Operasyonên Hevbeş li gundên Ebû Qibîh û Hemamê operasyonên xwe didomînin, li gorî planê jî operasyon li herêma Sirîn berdewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bakur û Rojhilatê Sûriyê
27 /1/ 2023

 

 

عاجل