Îro yekşemê 22yê çile, li bajarê Reqayê komek kesên ku hejmarên wan ser sed kesî bûn ku meqsedên wan cuda bûn, kuştina jina bi navê Nûra Elehmed û keça wê ya heşt salî xistin hicet û êrîşî navenda edaletê kirin û mehkeme şewitandin û sîh girtiyên ku ji bo celseya xwe hatibûn ew dan revandin û cihê mehkemê hemî texrîb kirin û xwe bi vê yekê bes nedîtin û daketin sûkê û li wir jî texrîbat çêkirin ji vana hinek hatin girtin û yên ku tevlî bûyerê bûne wê bên girtin û teslîmî edaletê bibin
Me li ser bûyerê tehqîq dan vekirin ku her kesê ku destê wî di texrîbaten de hebûn îcraetên ku tê xwastin wê di heqê wan de bên kirin
Em bang li gelê xwe yên li Reqayê dikin ku bi edaletê bawer bikin. Her çar kesên ku dayîk û keça wê yê heşt salî kuştibûn hatin girtin û teslîmî edaletê hatine kirin , ji ber vê yekê divê gelê me neyên tu tehrîkên cuda
Ev koma ku Tevliheviya îro ya ne yasayî derxistiye di nav van de hinek kesan li hember qiwetên me bombeyên destan bikar anîne û di encama vê de pênç hevalên me birîndar bûne
Ev kesên ku van kiryaran kirine jî wê bê hesab nemînin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Yekşem 22 çile 2023