Encamên Hefteya Yekemîn Ji Qonaxa Duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî Ya Kampa Holê . حصيلة الأسبوع الأول للمرحلة الثانية من عملية الإنسانية والأمن – مخيم الهول

1 سبتمبر 2022
Encamên Hefteya Yekemîn Ji Qonaxa Duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî Ya Kampa Holê . حصيلة الأسبوع الأول للمرحلة الثانية من عملية الإنسانية والأمن – مخيم الهول

Ji Çapamenî û Raya Giştî Re;

Hewldanên DAIŞ’ê ji bo ku ji nû ve xwe rêxistin bike da ku vegere, ewlehî û aramiya xwecihî, herêmî û navdewletî têk bibe careke din derdikeve pêş. Ji xwe şêwazê çalakiyên xwe ji fealiyatên şanayên razayî û keşfê veguherîne derketineke çalak û her wiha pêkanîna operaseyonên mezin ku ev di êrîşên li ser zindana Sînaa ya Hesekê û di çalakiyên piştî wê de derkete holê. Di vê yekê de, DAIŞ ji gelek rewşên heyî û bi taybet belavbûna wê ya berfireh û aktîf li çolistana Sûriyê û sînorê Iraqê, her wiha ji piştgirî û alîkariyên ku dewleta Tirk a dagirker ji serçeteyên şaneyên wê yên razayî li herêmên dagirkirî pêşkêş dike û di heman demê de êrîşên wê yên ku li ser herêmê pêk tîne ku hêzên me bi wan êrîşan ve dide mijûlkirin, ji bo DAIŞ bû bingeh ku xwe ji nû ve zindî bike.

Erkên me yên di milên ewlehî, mirovî û exlaqî beramberî gelê me û niştecihên kampê yên ku bûne qurbaniyên fikirên DAIŞ’ê ku hewl didin wan ber xwe ve bikişînin û di nava xwe de wan bi rêxistin bikin, bi taybet zarok û her wiha tehdît kirina ewlehî û aramiya piraniya niştecihên kampê yên ku fikirên wan qebûl nakin, hişt ku em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymana Navdewletî; qonaxa yekemîn ya Operaseyona Mirovî û Ewlehî di sala borî de destpê bikin û her wiha hişt ku em di 25’ê Tebaxê ya meha borî qonaxa duyemîn berdewam bikin. Em niha piştî derbasbûna hefteyekê hîn jî Qonaxa Duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî li gor plansaziya ku hatiye diyar kirin, berdewam dikin. Em ê niha ji we re encamên vê hefteyê ragihînin;

Ji %50 kampa Holê hate paqijkirin.

121 kes, di nava wan de 15 jin ku endamên rêxistina DAIŞ’ê ne hatin girtin, her wiha hêzên me 16 tunel ku şaneyên DAIŞ’ê ew ji bo veşeartin û revandina ji kampê bikar dianîn hatin dîtin. Di heman demê de gelek alavên ku ji bo kolandina van tunelan bikar dianîn hatin desteserkirin.

119 kampên ku DAIŞ’ê ew ji bo perwerde, dadgehên Şeriî, işkence û kuştinê bikar dianîn hatin ji nav birin. Her wiha 48 telefon, I pad, laptop û 2 hardên ku di têkiliyên di navbera wan şaneyan de dihat bikar anîn, hatin desteserkirin.

Di heman demê de, hêzên me cebilxaneyek çekên m-16 û cilên leşkerî ku diruşme û ala dewleta Tirk li ser hebûn desteserkirin.

Her wiha encamên lêpirsînên destpêkê yên bi piraniya kesên ku hatine girtin re, diyar kir ku tensîq û hemahengiyek rasterast di navbera şaneyên di hundirê kampê û derveyî wê, bi taybet herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çolistana Sûriyê û sînorên Iraqê re heye.

Hejmara pir zêde ya amûrên işkence û qetilkirinê ya ku şaneyên rêxistina terorîst di çalakiyên xwe yên teroristî de  li dijî şêniyên kampê bikar dianîn û di vê pêngavê de ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin, her wiha cihên bin erd ên ku ji bo dadgehkirina qurbaniyan bikar dianîn û pişt re bi rêbazên hovane ew qetil dikirin, nîşan dide ku ew şane li ser hişmendiya DAIŞ dimeşin û tirsê dixin dilê şêniyên kampê da ku neçar bin serî li ber fermanên wan bitewînin û tevlî çalakiyên wan yên teroristî bibin.

Her wiha cihên perwerdeyên şerîetê ku şaneyên DAIŞ’ê ji bo amadekirina nifşên nû li ser fikirê DAIŞ bikar dianîn, hatin ji nav birin.

Qonaxa duyemîn ji operaseyona Mirovî û Ewlehî berdewam dike. Heya ku em jiyaneke bi ewle ji bo şêniyên kampê misoger nekin û çavkaniyên ku destek dide şaneyên DAIŞ’ê da ku xwe rêxistin bike û fikirê xwe yê radîkal belav bike ji holê ranekin, wê operaseyona me berdewam bike.

Di dema ku operaseyona me berdewam dike, hêzên me bi baldarî tevdigerin da ku alîkariyên mirovî, lojistîk û tenduristî bi hêsanî pêşkêşî hemû şêniyên kampê bikin. Li ser vê bingehê em bang li saziyên navdewletî û herêmî dikin da ku alîkariya mirovî pêşkêşî niştecihên kampê Holê bikin.

Fermandariya Giştî Ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê

01 Îlon 2022

إلى الإعلام والرأي العام :

إن محاولات داعش إحياء وتنظيم نفسه ليعود ويهدد الأمن و الاستقرار المحلي والإقليمي والدولي، وتغيير شكل عملياته الأمنية من فعاليات الخلايا النائمة والاستطلاع، إلى الظهور الفعّال والعمليات الكبيرة النشطة، وهذا ما تبين خلال الهجوم على سجن الصناعة بالحسكة وبعد ذلك، محاولٍ الاستفادة من العديد من الظروف وخاصة الانتشار المكثف والتمركز الفعلي لداعش في البادية السورية والحدود العراقية وكذلك التسهيلات والدعم الذي يوفره الاحتلال التركي لمتزعمي خلايا داعش النائمة اللذين يقيمون ضمن المناطق المحتلة والاستهدافات المتكررة لمناطقنا والذي انشغلت قواتنا بها خلال الفترة الماضية.

إن واجباتنا الأمنية و الإنسانية و الأخلاقية، تجاه أهلنا وشعبنا و قاطني مخيم الهول الذين يعتبرون ضحايا لفكر داعش المتطرف، الذي يحاول استجرارهم إليه و تنظيمهم فيه و خاصة الأطفال، و تهديد أمن و استقرار و حياة جُل قاطني المخيم ممن لا يتبعون هذا الفكر المتطرف، دفعتنا كقوى الأمن الداخلي و بمساندة قوات سوريا الديمقراطية و التحالف الدولي، أن نُطلق عملية الإنسانية و الأمن في مرحلتها الأولى خلال العام المنصرم و استكمال العملية بمرحلتها الثانية في الخامس و العشرون من شهر أغسطس آب المنصرم، و نحن نواصل الآن بعد أسبوع كامل من انطلاق عملية الإنسانية و الأمن في مرحلتها الثانية التي تسير حسب الخطة التي تم وضعها لنعرض لكم إحصائية الأسبوع و هي كالتالي :

تم تمشيط أكثر من 50% من المخيم.
وألقي القبض على 121 شخصاً متورطاً بإنتمائهم لتنظيم داعش من ضمنهم 15 امرأة، كما عثرت قواتنا على 16 نفقاً و خندقاً يستخدمها عناصر الخلايا للتخفي أو الفرار من المخيم، والكثير من مستلزمات حفر الخنادق والأنفاق.

إضافةً لإزالة 119 خيمة كانت تستخدم كأماكن تدريب ومحاكم شرعية للتعذيب و القتل، كما و قد تم ضبط 48 هواتف نقالة و أجهزة لوحية ذكية، و حاسوب محمول واحد و حافظة ملفات ( هارد ) عدد 2، خاصة بتواصل الخلايا مع بعضها البعض.

هذا و قد عثرت قواتنا على ذخيرة سلاح m -16 و لباس عسكري يحمل شارات عسكرية للجيش التركي و علم تركي عليها.

كما أظهرت نتائج التحقيق الأولي مع أغلب الموقوفين على الارتباط الوثيق و التنسيق المباشر مع الخلايا النائمة خارج المخيم و خاصة المناطق المحتلة المدعومة من قبل الاستخبارات التركية وكذلك البادية السورية والحدود العراقية.

إن الكمية الهائلة لأجهزة التعذيب والقتل التي عثرت عليها قواتنا خلال العملية والتي كانت خلايا التنظيم الإرهابي تستخدمها في عملياتها الترهيبية بحق قاطني المخيم وكذلك الأوكار التي كانت تستخدم لمحاكمة الضحايا ومن ثم قتلهم بطرق وحشية تؤكد إصرار تلك الخلايا مواصة نهج داعش الإجرامي وتشكيل الصدمة والخوف للقاطنين للانصياع لأوامرهم والانضمام لعملياتهم الإرهابية.
كما أن أماكن التدريب الشرعية كانت تتولى إعداد أجيال لداعش بناء على الفكر الإجرامي المعروف عن التنظيم.

إن المرحلة الثانية من عملية الإنسانية و الأمن مستمرة، حتى تحقيق النتائج والأهداف التي تم وضعها من خلال تأمين حياة قاطني المخيم و تجفيف الظروف التي تساعد خلايا داعش على تنظيم نفسها و نشر الفكر المتطرف بين عقول الأطفال ضمن المخيم.

قواتنا تلتزم التزاماً كاملاً بمواصلة تسهيل تقديم المساعدات الإغاثية والطبية واللوجستية لكافة قاطني المخيم خلال العملية المستمرة، وكذلك مواصلة البحث عن خلايا داعش بما يتوافق مع قوانين ومبادئ حقوق الإنسان، وعلى هذا الأساس فأننا ندعو مرة أخرى المنظمات الدولية والمحلية بمواصلة تقديم الدعم الإنساني والإغاثي والنفسي لقاطني المخيم.

القيادة العامة لقوى الأمن الداخلي- شمال و شرق سوريا
1/9/2022

عاجل