Li kantona Cizîrê dewreyeke perwerdeya leşkerî derçûn kirin . تخريج دورة تدريبية عسكرية في مقاطعة الجزيرة

24 أغسطس 2022
Li kantona Cizîrê dewreyeke perwerdeya leşkerî derçûn kirin . تخريج دورة تدريبية عسكرية في مقاطعة الجزيرة

Îro Çarşemê 24’ê Tebaxê, hêzên me dewreyeke nû ya perwerdeyê ya hêzên operasyonê li Akademiya Şehîd “Şêrko” ya bajarokê Til Koçer ê ku bi navê şehîd “Samî” hatibû xemilandin, bi derçûn kir.

Merasîma derçûyîna dewreyê bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdên me yên pak dest pê kir, piştre jî toraneke leşkerî ji aliyê endamên derçûyne ve hat pêşkêşkirin, û Meclisa Malbetên Şehîdan û Rêveberiya Giştî ya hêzên me ya kantona Cizîrê tevî nûnerên Komîteya Hundirîn û gelek saziyên leşkerî û sivîl tê de amade bûn.

Li wir gelek axaftin hatin pêkêşkirin û pîrozbahî li endamên derçûne kirin û her wiha tekezî li ser pêwîstî û girîngiya derbaskirina perwerdeyê ji bo bilindkirina asta pisporiya hêzên me û amadebûna wan ya tam ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmên me, kirin.

Dewre sê meh û pazdeh rojan dom kir û “68” endamên jin û mêr ji hemû navendên hêzên me yên kantona Cizîrê tê de beşdar bûn û di vê dewreyê de dersên leşkerî yên taybet bo Beşa Operasyonan wergirtin.

 

قواتنا تخرج دورةً تدريبيةً جديدةً لقوى العمليات في أكاديمية الشهيد “شيركو” ببلدة تل كوجر ، وحملت الدورة اسم الشهيد “سامي” اليوم الأربعاء 24 آب /أغسطس.

بدأت مراسم التخريج بالوقوف دقيقة صمت إجلالاً وإكباراً لأرواح شهدائنا الأبرار ، تلاها تقديم عرض عسكري مهيب من قبل الأعضاء المتخرجين ، حيث حضر التخريج مجلس عوائل الشهداء والادارة العامة لقواتنا في مقاطعة الجزيرة بالإضافة لممثلي لجنة الداخلية والعديد من المؤسسات العسكرية والمدنيّة.

كما أُلقيَت عدّة كلمات هنأت وباركت للأعضاء المتخرجين مؤكدةً على ضرورة وأهمية الخضوع الى التدريب لرفع مستوى خبرات قواتنا ولجاهزيتها في الحفاظ على أمن واستقرار مناطقنا .

يشار إلى أن الدورة استمرت ثلاثة أشهر و خمسة عشر يوماً ، وضمت “68” عضواً وعضوة من جميع مراكز قواتنا في مقاطعة الجزيرة تلقوا فيها دروساً عسكرية خاصة بقسم العمليات .

عاجل