تخريج دورة خاصة بمفاهيم الشرطة المجتمعية في مدينة الحسكة . Derçûyîna dewreyeke taybet li ser têgînên polîsiya civakî li bajarê Hesekê

19 أغسطس 2022
تخريج دورة خاصة بمفاهيم الشرطة المجتمعية في مدينة الحسكة . Derçûyîna dewreyeke taybet li ser têgînên polîsiya civakî li bajarê Hesekê

Duh, Pêncşemê 18’ê Tebaxê, hêzên me dewreyeke perwerdeyê ya li ser rêbazên dewriyeyê yên di çarçoveya têgînên polîsiya civakî de bi dawî kirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdên me yên pak, bi amadebûna komîteya ku serpereştî li ser perwerdeyê kirine dest pê kir.
Li wir axaftinek li ser rola girîng ya dewreyên perwerdeyê di dilê endamên hêzên me de, û xurtkirina hevkariyê bi gelê xwe re û peyda kirina parastina pêwîst ji wan re, hat pêşkêş kirin.

Dewre 5 rojan berdewam kir û 25 endamên jin û mêr ji gelek navendên hêzên me yên li kantona Cizîrê têde beşdar bûn.

قامت قواتنا أمس الخميس 18 آب/أغسطس بتخريج دورة تدريبية خاصة بأساليب الدوريات ضمن مفاهيم الشرطة المجتمعية.

بدأ التخريج بالوقوف دقيقة صمت تكريماً واحتراماً لأرواح شهدائنا الأبرار، بحضور اللجنة المشرفة على التدريب، كما ألقيت كلمةً أشادت بالدور المهم للدورات التدريبية في نفوس أعضاء قواتنا وتعزيز التعاون مع أبناء شعبنا وتقديم الحماية اللازمة لهم .

استمرت الدورة خمسة أيام وضمت خمسة وعشرين عضواً وعضوةً من عدة مراكز لقواتنا في مقاطعة الجزيرة.

عاجل