Hêzên me li Reqayê civînek diyalogê bi civaka herêmî re li dar xist انعقاد جلسة حواريّة لقواتنا مع المجتمع المحلي بالرقة

13 أغسطس 2022
Hêzên me li Reqayê civînek diyalogê bi civaka herêmî re li dar xist انعقاد جلسة حواريّة لقواتنا مع المجتمع المحلي بالرقة

Îro 13’ê Tebaxê, hêzên me di bin serpereştiya Komîteya Hundirîn de cvîneke diyalogê li ser xebatên hêzên me û rêkarên ku ji destpêka vê salê ve hatine girtin, li dar xistin.

Bi amadebûna komîteya hundirîn û rêveberiya giştî ya hêzên me her wiha parêzer, bijîşk û rojnamevanan, komîteya hundirîn civînek lidar xist û Ragir “Ciwan” (rêveberiya giştî ya hêzên me li kantona Reqayê) behsa rewşa ewlekarî û serkeftinên hêzên me yên di nava bajêr di hemû astan de kir.

Her wiha derfet ji kesên amade re hat vekirin ku pirs bikin û ew jî bersivên wan bidin, naveroka hemû pirsên wan di çarçoveya giştî ya xebata hêzên me derbarê pirsgirêkên gulebarana bêserûber, belavkirina madeyên hişbir û destûrdayîna çekan û pirsgirêkên nakokiyên taybet û yên eşîran de bûn.

Di civînên bi vî rengî de armanca hêzên me nêzîkbûn û avakirina baweriyê di navbera civak û hêzên ewlekariyê de ji bo xizmeta herêmê û ewlehiya wê û parastina jîngeheke tijî ewlehî û aramiyê ye.

عقدت قواتنا اليوم 13 آب / أغسطس جلسة حواريَّة تحت إشراف اللجنة الداخلية حول عمل قواتنا وإجراءات الأعمال المتخذة منذ بداية العام الحالي.

بحضور اللجنة الداخلية والإدارة العامَّة لقواتنا بالإضافة لمحامين وأطباء وإعلاميين، عقدت اللجنة الداخلية الجلسة وتطرق الرائد “جوان” الإدارة العامة لقواتنا في مقاطعة الرقة إلى الوضع الأمني وإنجازات قواتنا ضمن المدينة بكافة المستويات.

كما تم فتح مجال للحضور بطرح الأسئلة و الإجابة على أسئلتهم التي كانت بجملها ضمن الإطار العام لعمل قواتنا حول مشاكل إطلاق النار العشوائي وإنتشار المخدرات وتراخيص الأسلحة إضافة لمشاكل المشاجرات الخاصة والعشائرية.

تهدف قواتنا في مثل هذه الجلسات إلى التقارب وبناء الثقة بين المجتمع وقوى الأمن بما يخدم المنطقة وأمنها والحفاظ على بيئة مليئة بالأمن والاستقرار.

عاجل