”منزلي مُلغم“ “Mala min mayînkirî ye”

8 أغسطس 2022
”منزلي مُلغم“ “Mala min mayînkirî ye”

أحمد في الـ38 من عمره، وهو من أبناء بلدة الشعفة في دير الزور، ويعمل في تصليح وصيانة الأدوات الكهربائية. ترك أحمد عمله ومنزله ونزح مع عائلته المكونة من 5 أفراد، إبان سيطرة داعش على المناطق القريبة منه، وتضييقها الخناق على المدنيين.

عاش أحمد وعائلته في تركيا لعامين، وما إن تحررت المنطقة من التنظيم حتى عادوا جميعاً، وبعد عناء طويل وشاق، وصل أخيراً لبيته مع زوجته وأطفاله الثلاث، وأصغرهم عمر، وهو رضيع وعمره 8 أشهر، ليجدوا داخل منزلهم ألغاماً.

قبل دخوله للمنزل تفقده أحمد، ليلاحظ وجود اجسام إسطوانية الشكل يخرج منها أسلاك، وبحسب طبيعة عمله في الكهربائيات، اعتقد أنها متفجرات، فصرخ على عائلته ليبتعدوا عن المنزل المفخخ.

في ساعتها، قرر أحمد أن يبلغ المراكز الأمنية، فتوجه إلى أقرب مركز لقوى الأمن الداخلي، وأخبرهم عن وجود أجسام مشبوهة يعتقد بأنها ألغام في منزله، فتوهج 12 عضواً من قوى الأمن الداخلي وخبراء المتفجرات للمنزل.

وقف أحمد على ببعد عدة أمتار من منزله، وقال للفريق المتوجه نحو بيته “مالي غيركم يعينني على مصيبتي، كل عملي وتعبي لسنين وضعته في تجهيز هاذا البيت، لو أضعته حالتي المادية لا تساعدني حتى لأستأجر منزل يأوي عائلتي“.

بدأت فرق هندسة الألغام المتكونة من فرقة تشويش وفرقة كشف وإزالة بفحص المكان من الخارج، وقامت الدورية المصاحبة لفرق خبراء المتفحرات بإبعاد الأهالي لمسافة أربعمئة متر عن مكان تفكيكها، لضمان سلامتهم في حال انفجار شيء ما، ومن بينهم عائلة أحمد.

بتوتر راقبت العائلة العمل، ولم تستطع زوجته أن تتمكن من حبس دموعها خوفاً على أعضاء الفرق وعلى منزلها أيضاً. وبعد مرور نصف ساعة تمكن فريق خبراء المتفجرات أخيراً من إزالة كل المواد التي تشكل خطراً على حياة العائلة.

احتفالاً بإنجازهم زغردت زوجة أحمد وقالت لهم ”الله يوفقكم يااخواني، الله يحميكم، كان راح شقاء عمرنا“.

وتعمل قوى الأمن الداخلي على تفكيك الألغام التي خلفها تنظيم داعش في المنطقة منذ تحريرها، كم عملت على تجهيز وتدريب عدة اقسام لخبراء المتفجرات موزعين في عموم مناطق ديرالزور، وتمكنت من تأمين مئات المنازل والمرافق والطرق حتى في الأراضي الزراعية والمدارس.

Ehmed 38 salî ye û xelkê bajarokê El-Şe’fa yê Dêrazorê ye û karê çakkirin û lênihêrîna alavên kehrebê dike.  Ehmed kar û mala xwe hişt û tevî malbata xwe ya 5 kesî koçber bû, di heman demê de DAIŞê deverên nêzîkî wî kontrol kir û dorpêç li derdora sivîlan teng kir.

Ehmed û malbata xwe du salan li Tirkiyê mabûn, piştî ku herêm ji rêxistina DAIŞê hat rizgarkirin, hemû vegeriyan û piştî têkoşîneke dûr û dirêj, di dawiyê de bi hevjîn û sê zarokên xwe ve gihîşt mala xwe zarokê wî yê herî biçûk Omer e ew jî hîn 8 mehî ye, dema gihiştin mala xwe di hundirê malê de mayînan dibîne.

Ehmed berî ku bikeve malê venêrîn kir, û dît ku gewdeyên silindrîk ên têl jê derdikevin di malê de ne, û li gorî xwezaya karê wî di elektrîkê de, wî hizir kir ku ew teqemenî ne, ji ber vê yekê wî bang li malbata xwe kir ku ji wir dûr bikevin. xanî bibombekirî ye.

Di wê demê de Ehmed biryar da ku navendên ewlekariyê agahdar bike, ji ber vê yekê ew çû navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herî nêzîk ji wî, û ji wan re got ku hebûna tiştên gumanbar ku tê texmînkirin wek mayînan di mala wî de ne, ji ber vê yekê 12 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û pisporên teqemeniyan ber bi malê ve çûn.

Ehmed çend metroyan dûrî mala xwe ket û ji tîma ku ber bi mala wî ve diçû got, ji bilî we kesek min nîne xwedê vê qezayê ji ser min bibe “, hemû kar û keda xwe ya bi salan ez dixebitîm ku ez vê malê amade bikim. Ger ez vê malê winda bikim , rewşa min a aborî alîkariya min nake ku ez xaniyekê kirî bikim û malbata xwe tê de bi cih bikim.

Tîmên endezyariya mayînan ên ji tîmê teşwîş,  tîmê keşifkirin û tîmê rakirinê pêk tê, ji derve ve dest bi lêkolînê kirin û dewriyeya bi tîmên pispor ên teqemeniyê re hatine gel çarsed metro ji cihê vekirinê dûr xistin,tevî malbata Ehmed ji bo parastina wan eger ku tiştek biteqe.

Malbatê bi strês li kar temaşe kir û hevjîna wî jî ji tirsa ku tiştek bi endamên tîmê û mala wê were nikarî hêsirên xwe bigirtiba.  Piştî nîv saetê tîmên pispor ên teqemeniyan di dawiyê de karîbûn hemû madeyên ku metirsî li ser jiyana malbatê çêdikin ji holê rakin.

Hevjîna Ehmed ji bo pîrozkirina serkeftina wan, tilîlî li wan kir û ji wan re got, “Birayên min, Xwedê alîkariya we bike, Xwedê we biparêze, kedê jiyana me dê çûba.”

 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn kar dikin ji bo pûçkirina mayînên ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye çêkirin li herêmê ji dema rizgarkirina wê de, û herwiha çend beşên pispor ên teqemeniyan ku li seranserê herêmên Dêra Zorê hatine belavkirin, amade dikin û rahênan dikin, û karîbûn bi sedan mal, navend û rêyan, heta li zeviyên çandiniyê û dibistanan jî ewle bikin.

 

عاجل