تشييع جثمان الشهيد “دارا سليمان” في مقاطعة الجزيرة Termê şehîd “Dara Silêman” li kantona Cizîrê hate oxirkirin

7 أغسطس 2022
تشييع جثمان الشهيد “دارا سليمان” في مقاطعة الجزيرة Termê şehîd “Dara Silêman” li kantona Cizîrê hate oxirkirin

Îro yekşemê 7’ê Tebaxê, hêzên me termê şehîd “Dara Silêman” li goristana şehîdan a li bajarokê Tirbespiyê spartin axê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdên me dest pê kir, gelek rêveberên giştî yên hêzên me yên herêma Cizîrê û Meclîsa Malbatên Şehîdan û girseyek mezin ji milet û saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Li ser navê hêzên me, gelek axaftin li ser rola mezin a şehîdan di gihiştina vê qonaxa mezin de û lehengiya wan di parastina xak û gelê xwe de û fedakirina canên xwe ji bo ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me belav bibe û ji bo ku azadiya xwe bidest bixin, hatin gotin.

Merasîma oxirkirina termê şehîd “Dara” li ser milên rêhevalên wî bi dawî bû, da ku xwîna wî ya pak di nava axa welat de bê veşartin.

شيعت قواتنا جثمان الشهيد “دارا سليمان” إلى مثواه الأخير بمزار الشهداء في بلدة تربسبية اليوم الأحد 7 آب/أغسطس.

بدأت المراسيم بالوقوف دقيقة صمت إجلالاً واحتراماً لأرواح شهدائنا الأبرار ،وحضر التشييع العديد من الإدارات العامة لقواتنا في اقليم الجزيرة وممثلي هيئة الداخلية ومجلس عوائل الشهداء إضافة لجمع غفير من الأهالي والمؤسسات المدنية والعسكرية.

حيث ألقيت عدة كلمات باسم قواتنا حول دور الشهداء الكبير في الوصول لهذه المرحلة العظيمة وعن شجاعتهم في الدفاع عن أرضهم وشعبهم في سبيل أن يعم الأمن والاستقرار جميع مناطقنا وتقديم أرواحهم لينعم شعبنا بالأمن والسلام وتحقيق حريته .

واختُتِمَ التشييع بنقل جثمان الشهيد”دارا ” على أكتاف رفاق دربه لتواري دمائه الطاهرة تراب الوطن.

عاجل