Termê şehîd “Ehmed El-Mişan” li kantona Cizîrê hate oxirkirin تشييع جثمان الشهيد “أحمد المشعان” في مقاطعة الجزيرة

2 أغسطس 2022
Termê şehîd “Ehmed El-Mişan” li kantona Cizîrê hate oxirkirin تشييع جثمان الشهيد “أحمد المشعان” في مقاطعة الجزيرة

Duh, Duşemê 1’ê Tebaxê hêzên me termê şehîd “Ehmed El-Mişan” li goristana şehîdan a bajarê Dêrikê spartin axê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdên me dest pê kir, gelek rêveberên giştî yên hêzên me yên herêma Cizîrê û Meclîsa Malbatên Şehîdan û girseyek mezin ji milet û saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Li ser navê hêzên me, gelek axaftin li ser rola mezin a şehîdan di gihiştina vê qonaxa mezin de û lehengiya wan di parastina xak û gelê xwe de ji bo ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me belav bibe, hatin gotin.

Merasîma oxirkirina termê şehîd “Ehmed” li ser milên rêhevalên wî bi dawî bû, da ku xwîna wî ya pak di nava axa welat de bê veşartin.

شيعت قواتنا جثمان الشهيد “أحمد المشعان” إلى مثواه الأخير بمزار الشهداء في مدينة ديرك أمس الإثنين 1 آب/أغسطس.

بدأت المراسيم بالوقوف دقيقة صمت إجلالاً واحتراماً لأرواح شهدائنا الأبرار ،وحضر التشييع العديد من الإدارات العامة لقواتنا في إقليم الجزيرة ومجلس عوائل الشهداء إضافة لجمع غفير من الأهالي والمؤسسات المدنية والعسكرية.

حيث ألقيت عدة كلمات باسم قواتنا حول دور الشهداء الكبير في الوصول لهذه المرحلة العظيمة وعن شجاعتهم في الدفاع عن أرضهم وشعبهم في سبيل أن يعم الأمن والاستقرار جميع مناطقنا.

واختُتِمَ التشييع بنقل جثمان الشهيد ”أحمد” على أكتاف رفاق دربه لتواري دمائه الطاهرة تراب الوطن.

 

عاجل