قواتنا في مكافحة المخدرات تنظم ندوات توعوية حول خطر المخدرات في الشدادي وتل كوجر Hêzên me yên dijî madeyên hişbirê semînerên hişyariyê li ser metirsiya madeyên hişbir li Şedadî û Til Koçer organîze dikin

14 سبتمبر 2024
قواتنا في مكافحة المخدرات تنظم ندوات توعوية حول خطر المخدرات في الشدادي وتل كوجر Hêzên me yên dijî madeyên hişbirê semînerên hişyariyê li ser metirsiya madeyên hişbir li Şedadî û Til Koçer organîze dikin

نظمت قوات مكافحة المخدرات، اليوم السبت 14 سبتمبر/أيلول، ندوتين توعويتين حول مخاطر المخدرات في مدينتي الشدادي وتل كوجر.

بدأت الندوتان بحضور عدد من الأهالي من مختلف فئات المجتمع، حيث تم التعريف بالمخدرات وأشكالها وأنواعها، سواء الطبيعية أو الصناعية، وتناول آثار تعاطيها النفسية والجسدية وتأثيراتها السلبية على الفرد والأسرة.

كما تم التركيز على الآثار الجانبية للمتعاطين وكيفية التعرف عليهم من خلال تصرفاتهم، مع التأكيد على أهمية الإبلاغ عن الحالات المشبوهة لمنع تفشي المخدرات في المجتمع.

خلال الندوتين، قدّم عدد من الحاضرين مقترحات وآراء يمكن أن تساهم في مكافحة هذه الآفة، وأشادوا بدور قوات مكافحة المخدرات في ملاحقة التجار والمروجين والمتعاطين.

يُذكر أن قواتنا قد خصصت في وقت سابق رقمًا ساخنًا للإبلاغ عن حالات الاشتباه ببيع أو تجارة أو ترويج أو تعاطي المخدرات. وتم التنويه خلال الندوتين بأهمية هذا الرقم لتعزيز التعاون الوثيق بين قوات مكافحة المخدرات وأبناء المجتمع.
الرقم الساخن للبلاغات المتعلقة بالمخدرات : 0995966682

Îro Şemiyê 14ê Îlonê, Hêzên Dijî madeyên Hişbirê 2 semînerên hişyariyê li ser metirsiyên madeyên hişbir li bajarên Şedadî û Til Koçer lidar xistin.

Her 2 semîner bi amadebûna hejmarek ji kesên ji beşên cuda yên civakê dest pê kir û tê de made û form û cureyên wan, çi xwezayî û çi çêkerî, dan nasîn û behsa bandorên derûnî û laşî yên bikaranîna wan û bandorên wan ên nerênî li ser kes û malbatê kirin.

Herwiha tekezî li ser bandorên bikarhênerên madeyên hişbir û çawaniya naskirina wan bi riya şêwazên wan hat kirin, û tekezî li ser giringiya ragihandina rewşên gumanbar ji bo rêgirtina li belavbûna madeyên hişbir di civakê de hat kirin.

Di her 2 semîneran de, hejmarek ji kesên amade pêşniyar û nerînên xwe pêşkêş kirin ku dikarin bibin alîkar ji bo rûbirûbûna vê nexwaşiyê, û pesna rola hêzên dijî madeyên hişbir di şopandina firoşkar, belavker û bikarhêneran de kirin.

Hêzên me beriya niha ji bo raporkirina bûyerên gumanbar ên firotin, bazirganî, belavkirin an jî bikaranîna madeyên hişbir xeteke germ destnîşan kiribûn. Di her 2 semîneran de, girîngiya vê numareyê ji bo pêşxistina hevkariyên nêzîk di navbera hêzên dijî maddeyên hişbir û endamên civakê de hate destnîşankirin.
Ji bo raporên têkildarî hişbirê xeta telefonê: 0995966682

عاجل