البيانُ الختاميُّ للمرحلة الثّالثة من عمليَّة “الإنسانيَّة والأمن” في مُخيَّم الهول Ji bo Çapemenî û Raya Giştî Daxuyaniya bidawîkirina Qonaxa Seyemîn a Operaseyona “ Mirovî û Ewlehî“ li Kampa Holê

6 فبراير 2024
البيانُ الختاميُّ للمرحلة الثّالثة من عمليَّة “الإنسانيَّة والأمن” في مُخيَّم الهول Ji bo Çapemenî û Raya Giştî Daxuyaniya bidawîkirina Qonaxa Seyemîn a Operaseyona “ Mirovî û Ewlehî“ li Kampa Holê

بداية نترحَّم على شُهدائنا “رباح الأحمد، يامن شدّاد، مُحمَّد السَّعيد وعبد السَّلام الأحمد” وجميع شُهدائنا الآخرين، الذين كانوا جزءاً مُهمّاً في عمليَّة “الإنسانيَّة والأمن” ضمن مُخيَّم الهول، حيث طالتهم يد غدر الاحتلال التُّركيّ الغاشم، الذي استهدفهم عبر طائرة مُسيَّرة أثناء ذهابهم في مَهمَّة لتأمين احتياجات ضروريّة لاستكمال عمليّة “الإنسانيَّة والأمن” في المُخيَّم.
انطلاقاً من واجباتنا الأمنيَّة والأخلاقيَّة والإنسانيَّة تجاه قاطني المُخيَّم، ونظراً للمعلومات التي تحصَّلنا عليها من خلال اعترافات بعض عناصر الخلايا الذين تَمَّ إلقاء القبض عليهم حول عمل خلايا تنظيم “داعش” الإرهابيّ النّائمة، ومحاولاتها لتنظيم نفسها والاستفادة من انشغال القوّات العسكريّة والأمنيّة بالتصدّي لهجمات الاحتلال التُّركيّ والخلايا التَّخريبيَّة المرتبطة بالنِّظام السُّوريّ؛ أطلقت قوّاتنا، قوى الأمن الدّاخليّ وقوّات سوريّا الدّيمقراطيّة وبريادة وحدات حماية المرأة YPJ، وبدعم ومساندة من قوّات التَّحالف الدّوليّ، المرحلة الثّالثة من عمليّة “الإنسانيَّة والأمن” بتاريخ 27 يناير/ كانون الثّاني الماضي.
بدأت العمليَّة بوتيرة عالية وحسب الخُطَّة الموضوعة لها، فقد تَمَّ تمشيط وتفتيش كامل قطّاعات المُخيَّم، وتَمَّ العثور على الكثير من الأجهزة والمواد المُتفجّرة بما فيها الألغام والعبوات النّاسفة والأنفاق والأحزمة الناسفة، والقبض على العشرات من عناصر الخلايا الإرهابية والمتعاونين معهم.
إنَّ حجم وكميّات الأسلحة والذَّخائر والأحزمة النّاسفة والمتفجّرات والألغام المصنوعة يدويّاً، دليلٌ واضحٌ على عمل خلايا “داعش” الإرهابيّة للتَّحضير لعمليّات كبيرة ضمن المُخيَّم ومحاولة السيطرة عليه، ويبيّن أيضاً أهمية توقيت إطلاق المرحلة الثّالثة لهذه العمليّة الأمنيَّة.
كما تمكَّنت قوّاتنا أثناء العمليَّة من الوصول إلى الإرهابيّ المدعو “أبو سفيان اللّهيبي”، الأمير المسؤول عن الخلايا ضمن المُخيَّم ومحيطه، والذي كان يُنسِّقُ العمليّات الإرهابيَّة ضمن المُخيَّم وخارجه، كما كان يُنسّقُ أيضاً بين الخلايا ويخطّط لها لتنفّذ استهدافاتها داخل وخارج المُخيَّم، حيث تمكَّنت قوّاتنا من قتله، مع عنصر معه، بعد تحديد مكان اختبائه.
واستجابة لدورها الريادي في الحملة، تمكَّنت وحدات حماية المرأة (YPJ) من تحرير المُختطَفة الإيزيديَّة “كوفان عيدو خورتو” من بين براثن التَّنظيم الإرهابيّ، حيث كانت قد اختُطِفَت منذ عشر سنوات أثناء هجوم التَّنظيم الوحشيّ على قريتها “حردان” في “شنكال” بإقليم كردستان العراق في أغسطس/ آب 2014.
إنَّ الفكر المتطرّف والأيديولوجيَّة التَّكفيريَّة التي يتغذّى عليها تنظيم “داعش” الإرهابيّ ما زالت موجودة ضمن المُخيَّم، ويَتُمُّ التَّرويج لها وزرعها في عقول الأطفال بشكل ممنهج، بهدف خلق جيل جديد من تنظيم “داعش” الإرهابيّ للاستمرار على هذا النَّهج الإرهابيّ الذي يُهدِّدُ العالم. وعليه؛ فقد ألقي القبض على كُلِّ من يقوم بنشر هذا الفكر المتطرّف والتَّكفيريّ وعلى رأسهم ما يُسمى بـ”الشَّرعيّ الأوّل في مُخيَّم الهول” الملقّب بـ” أبي عبد الحميد” الذي كان مسؤولاً مباشراً عن نشر الفكر التَّكفيريّ وإصدار فتاوى القتل والتَّهديد ضُدَّ قاطني المُخيَّم.
لقد أنهت قوّاتنا مهامها ومسؤوليّاتها في هذه العمليّة التي استمرَّت عشرة أيّام بانضباط وحساسية وحكمة بالغة، وراعت كُلَّ الظروف الإنسانيّة في المُخيَّم، ولنجاح العمليّة وإزالة الخطر عن المدنيّين؛ أنشأت قوّات العمليَّة موقعاً آمناً لإيواء السُكّان خلال عمليّات التَّطهير، وعلى الرُّغم من مطالبة إدارة المُخيَّم المُنظَّمات غير الحكوميَّة بتزويدها بالخيم الكافية لإيواء السُكّان بشكل مؤقَّت أثناء عمليَّة التَّطهير، إلا أنَّها لم تقم بدورها ولم تزوّد المُخيَّم بالإمكانات المناسبة لتخفيف معاناة القاطنين، حيث كان واضحاً أنه لم يكن هناك دعمٌ كافٌ من المُنظَّمات غير الحكوميَّة.
إن تدني مستوى الاهتمام الدولي والقيام بمسؤولياته تجاه هذا الملف الخطير والمتصاعد ولا سيما المنظمات والمؤسسات الدولية المعنية يجعل من حلّ هذه المعضلة أمراً بالغ الصعوبة ويترك الإدارة الذاتية ومؤسساتها الأمنية والعسكرية وحدهم في تحمل كافة الأعباء المتعلقة بمنع تعاظم الخطر الإرهابي في مخيم الهول وتقليل وحشية العمليات الإرهابية التي تنفذها خلايا التنظيم الارهابي ضد قاطني المخيم.
لقد قطعت عمليَّة “الإنسانيَّة والأمن” الطريق أمام مخطَّطات تنظيم “داعش” الإرهابيّ في تنظيم نفسه بقوَّة والسَّيطرة على مُخيَّم الهول ومحيطه، ليتمكَّن من تنفيذ عمليّات إرهابيّة ضمن المُخيَّم ومحيطه. إنَّ توفير بيئة آمنة ومستقرّة في مُخيَّم الهول هدفٌ رئيسيٌّ لنا، كما أنَّ إعادة عائلات داعش إلى بلدانهم أمرٌ في غاية الأهميّة، والتخلُّص من فكر تنظيم “داعش” الإرهابيّ سيجعل مُخيَّم الهول وسوريّا آمنة، وأيضاً سيجعل العالم أجمع في مأمن من إرهابه وشروره.
إنَّ المرحلة الثّالثة لعمليّة “الإنسانيَّة والأمن” لتطهير مُخيَّم الهول انتهت، ولكن لن تتوقَّف عمليّاتنا وحملاتنا في التَّطهير حتّى يرحل “داعش” إلى الأبد، حيث سنواصل العمليّات الدَّقيقة والمركَّزة كُلَّما دعت الضرورة.
وفيما يلي حصيلة المرحلة الثّالثة لعمليّة “الإنسانيّة والأمن” داخل مُخيَّم الهول:
-عدد العناصر الإرهابية والمتعاونين معهم المقبوض عليهم: ٨٥ مرتزق.
-الأسلحة المصادرة: كلاشينكوف عدد ٨ – ألغام عدد ٤ – أحزمة ناسفة عدد ٢ – قنابل يدوية عدد ٧ – صواعق للتفجير عدد ٢٥ – قذائف ار بي جي عدد واحد – كمية من الذخيرة والمستلزمات العسكرية – كمية من المواد المخدرة.
تدمير ٥ أنفاق.

القيادة العامة لقوى الأمن الدّاخليّ في شمال وشرق سوريّا
0٦ فبراير/ شباط 2024

 

Daxuyaniya bidawîkirina Qonaxa Seyemîn a Operaseyona “ Mirovî û Ewlehî“ li Kampa Holê

Di serî de, em şehîdên xwe Rebah Elehmed, Yamin Şedad, Mihemed El Seîd, Ebdilselam El Ehmed û hemû şehîdên xwe yên ku roleke girîng di rêveçûna Operaseyona“ Mirovî û Ewlehî“ li Kampa Holê de lîstin, bi rêzdarî bibîr tînin. Jixwe ev şehîdên me di dema ku bi erkên xwe di peydakirina pêwîstiyên berdewamiya Operaseyonê de radibûn, ji aliyê balfirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedef girtin û gihîştin asta şehadetê.

Wek tê zanîn hêzên me; Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi pêşengtiya Yekîneyên Parastina Jin YPJ û bi alîkarî û piştgiriya hêzên Hevpeymana Navdewletî di dîroka 27`ê Çileya borî de qonaxa Seyemîn a Operaseyona“ Mirovî û Ewlehî“ li Kampa Holê li ser bingeha erkên ewlehî, exlaqî û mirovî li hember niştecihên Kampê, dan destpêkirin. Li aliyekî din jî, ev destpêkirin li gor agahiyên ku me ji mikurhatinên hinek ji endamên şaneyên razayî yên DAIŞ`ê ên ku di demên dawî de hatibûn girtin, wergirtibû ku tê de diyar kirin ku şaneyên wan hewl didin ji mijûlbûna hêzên me di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî rejîma Sûriyê de sûd bigirin û xwe rêxistin bikin, pêk hat.

Operaseyon li gorî plana me diyarkiribû bi rêve çû. Tê de hemû beşên Kampê hatin baqijkirin, her wiha gelek madeyên teqemeniyê di nav de mayîn, bombe û kemberên teqemeniyê, her wiha tunel hatin dîtin. Li kêlek van jî, bi dehan ji şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û hevkarên wan hatin girtin. Jixwe hejmara çek, cebilxane û madeyên teqemeniyê yên ku bi destan hatine çêkirin diyar dike ku şaneyên çeteyan amadekariyên mezin ji bo pêkanîna çalakiyên di hundir kamê de û desteserkirina kampê kirine. Her wiha girîngiya dema destpêkirina qonaxa seyemîn a vê operaseyona ewlehî jî nîşan dide.

Li aliyekî din, hêzên me karîbûn xwe bigihînin serçeteyê bi navê Ebû Sufyan Ellhêbî ku berpisê çeteyan di hundir kampê û dervî wê de ye. Ev serçete bi rola rêxistinkirina çalakiyên terorîstî di hundir kampê û dervî wê de radibû. Di heman demê de jî şaneyên çeteyan kordîne dikir û plansaziya çalakiyên wan ên di hundr kampê û dervî wê de amade dikir. Lê belê piştî tesbîtkirina cihê wî, hêzên me karîbûn wî li gel çeteyekî din bikujin.

Ji milekî din ve, Yekîneyên Parastina Jin YPJ ku roleke pêşeng di vê operaseyonê de lîstin, bi çalakiyekê taybet karîbûn jina Êzidî ya bi navê Kovan Îdo Xorto ku beriya 10 salan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve di dema êrîşkirina li ser gundê wê Herdan ê Şengalê de hatibû revandin, rizgar bikin.

Ramanên tundrew û îdeolojiya radîkal ku rêxistina terorîst a DAIŞ`ê xwe pê rêxistin dike, hîn jî di nava kampê de berdewame û bi awayekî sîstematîk di mejiyê zarokan de tê pêşxistin û bicîkirin. Helbet ev yek jî bi armanca afirandina nifşekî nû ku berdewamiya hişmendiya çeteyên DAIŞ`ê bike, tê kirin. Lewra, li ser vî esasî gelek çeteyên ku ev fikrên tunderew û radîkal belav dikirin, di serî de serçeteyê bi navê Ebû Ebdilhemîd ku berpirsê yekser ê belavkirina van fikran bû û di heman demê de jî fetweyên kuştin û tehdîtkirina niştecihên kampê dida, hatin girtin.

Hêzên me di vê operaseyona ku 10 rojan berdewam kir, karîbûn erkên xwe bi disiplîn û hesasiyeteke mezin ku tê de hemû rewşên mirovî yên kampê li ber çav hatin girtin, pêk bînin. Her wiha di dema kontrolkirin û paqijkirina beşan de û ji bo serxistina vê operaseyonê û rakirina hemû xeteriyan li ser niştecihên kampê, cihên ewle ji bo van niştecihan hatin avakirin. Li aliyekî din jî, tevî bangewaziya rêveberiya kampê ji rêxistinên mirovî re ku bi erkên xwe di peydakirina kampan ji bo bi cih kirina niştecihan rabin, lê van rêxistinan bi erkên xwe ranebûn. Jixwe ev yek jî destnîşan dike ku alîkariyeke guncav ji aliyê van rêxistinan ve nayê pêşkêş kirin.

Li milekî din, kêmbûna asta guhdana navdewletî û nerabûna rêxstin û saziyên navdewletî bi erkên xwe derbarê vê xeteriyê. Her wiha rakirina barê rêgirtina li ber berfirehbûna vê terorê di kampê de û kêmkirina hovîtiya çalakiyên teroristî li hember niştecihên kampê li ser milê Rêveberiya Xweser û hêzên ewlekarî û leşkerî dihêle ku çareserkirina vê pirsgirêk zehmetir bibe.

Wek tê zanîn, operaseyona me ya “ Ewlehî û Mirovî“ rê li ber planên çeteyên DAIŞ`ê ku dixwestin xwe bi hêz bikin û dest deynin ser kampê û derdora wê da ku çalakiyên xwe di hundirê kampê û derdora wê de pêk bînin, girt. Jixwe armanca me ya sereke ew bû ku em dorhêleke bi ewle û aram di kampê de peyda bikin. Her wiha vegirandina malbatên DAIŞ`ê ji bo welatên wan jî mijareke girîng e. Ji ber ku rakirina fikrên wan ên radîkal ji holê wê Kampê bi taybet û Sûriyê bi giştî ewle bike û di heman demê de wê cîhanê jî ji xeter û terora wan biparêze.

Qonaxa Seyemîn a operaseyona “ Mirovî û Ewlehî “ ji bo paqijkirina kampa Holê li vir bidawî dibe, lê belê operaseyon û çalakiyên me heta ku DAIŞ bi yek car nemîne wê berdewam bike. Her wiha çi dema pêwîstî hat dîtin jî em ê operasyonan bi teqez û hûrgilî berdewam bikin.

Bîlançoya Operaseyona “Mirovî û Ewlehî “ ya li kampa Holê wiha ye:
Hejmara çeteyên ku hatin girtin: 85 çete û alîkarên wan.
Çekên hatine desteserkirin: 8 kalaşnîkov, 4 mayîn, 2 rextên teqemeniyê, 7 bombeyên destan, 25 funya, guleyek Bisfingê û hejmarek cebilxane bû.
Miqdarek ji kel û pelên leşkerî.
Miqdarek ji madeyên Hişbir.
5 tunel jî hatin jinavbirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn
a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
6`ê Sibata 2024

عاجل