بالتنسيق مع النيابة العامَّة مُكافحة المخدَّرات تُلقي القبض على شخص يروج ويبيع حبوب مخدَّرة في صيدلية بمنبج Bi koordîneya li gel Dozgeriya Giştî re hêzên li dijî madeyên hişbir kesekî ku li dermanxaneyekê li Minbicê hebên hişbir belav dike û difiroşe, girt.

1 نوفمبر 2023
بالتنسيق مع النيابة العامَّة مُكافحة المخدَّرات تُلقي القبض على شخص يروج ويبيع حبوب مخدَّرة في صيدلية بمنبج Bi koordîneya li gel Dozgeriya Giştî re hêzên li dijî madeyên hişbir kesekî ku li dermanxaneyekê li Minbicê hebên hişbir belav dike û difiroşe, girt.

تمكنت قواتنا في مُكافحة المخدَّرات من القبض على شخص يروج ويبيع الحبوب المخدَّرة دون وصفة طبية مستغلاً عمله في الصيدلية بمنبج يوم الثلاثاء 17 تشرين الأول/أكتوبر.

استناداً إلى معلومات وردت لمُكافحة المخدَّرات عن وجود شخص يروج ويبيع الحبوب المخدَّرة في صيدلية بأحد أحياء المدينة، باشر أعضاء المكافحة على الفور بعمليات البحث والتحري وجمع المعلومات التي تُثبت إدانته وتعقب تحركاته بكل دقة، حيثُ قامت قواتنا بالتنسيق النيابة العامَّة وقوى العمليات بتشكيل دورية ومداهمة الصيدلية وإلقاء القبض عليه وعُثر لديه أثناء تفتيش الصيدلية على 752 حبة مخدَّرة.

كما إن الإدارة العامَّة لمُكافحة المخدَّرات أشادت بدور الأهالي الفعّال مع قواتنا وتحثهم بالاستمرار بالإبلاغ عن أي نشاط مشبوه بالموادَّ المخدَّرة لأقرب نقطة أمنية تابعة لقواتنا.

Hêzên me yên li dijî madeyên hişbir roja Sêşemê 17’ê Cotmehê, kesekî ku ji karê xwe yê di dermanxaneyeke bajarê Minbicê de sûd werdigirt û hebên hişbir bê reçete belav dikir û difirot, girtin.

Li gor zanyariyên ku ketine destê Rêveberiya hêzên dijî Madeyên Hişbirê derbarê hebûna kesekî ku li dermanxaneyekê li yek ji taxên bajêr de hebên hişbirê belav dike û difiroşe, endamên dijî Madeyên Hişbir yekser dest bi lêgerîn, lêkolîn û komkirina zanyariyên ku tawana wî îsbat dike kirin û Hêzên me bi koordîneya li gel Dozgeriya Giştî û Hêzên Operasyonê dewriye pêk anîn û avêtin ser dermanxaneyê û ew girtin.

Rêveberiya giştî ya dijî madeyên hişbir jî rola bibandor a milet bi hêzên me re bilind nirxand û daxwaz ji wan kir ku her karekî gumanbar bi madeyên hişbir re mijûl dibin ji nêzîktirîn xala ewlehiyê ya girêdayî hêzên me re ragihînin.

عاجل