Cebêr Mehmûd zarokekî 10 salî ye, meha borî ji bo ku nan bîne malê xwe diçû firneyê, dema gihişte ser rêya Kornîş a bajarê Qamişlo, erebeyek di ser wî re çû û ajokarê erebeyê reviya û bedena wî li şûna xwe hişt.
Kesên di wê derê re derbas dibûn Cebêr birin nexwaşxaneya El-Selem ku li wir bi giranî birîn û riskandin dikişand, piştî çend xulekan ji qezayê yek ji kesên ku şahidê qezayê bibû telefonî nivîsgeha debtan û Lêpirsînê kir da ku rûdanê ji wan re ragihîne.
Bi wergirtina vê raporê re, endamên nivîsgehê dewriyeyek pêk anîn û çûn cihê qezayê, berî ku biçin nexweşxaneyê ji bo kontrolkirina tenduristiya zarok lêveger li ser kemîrayên çavdêriyê yên li kolanê kirin, ji bo ku teşeyê erebeyê tekez bikin.
Derbarê rûdanê de, endamê rêveberiya nivîsgeha debtan û lêpirsînê li bajarê Qamişlo Mihemed Seleme wiha dibêje: “Piştî dawiya dewama min a fermî, dema ez diçûm malê, min erebeyek bi heman teşeyên wê dît ê ku di ser zarok re çûye, li hemberî yek ji paymengehên perwerdehiyê yên li bajêr rawestiyabû.”
Heval Mihemed telefonî dewriyeyê kir, lê wan nikarî bi erebeyê bigirin û roja din dema ku ew gihîşt navendê, Mihemed dewriyeyek ava kir û berê xwe da cihê ku berê erebe lê dîtibû, û kemîn jê re danî.
Dema ku erebe di kolanê re derbas bû, hat şopandin û desteserkirin û xwediyê wê jî hat girtin.
Erebe birin garaja binçavkirinê û ajokar jî li gorî rêgezên qanûnî yên li bakur û rojhilatê Sûriyê xistin girtîgehê.
Bavê Cebêr got, “Min pêşbîn nedikir ku Asayîş ew qas zû ajokarê reviyayî bigire. Ez spasdarê kedên wan im, û hêvîdar im ku ti malbat ji ber ajotina wî ya bêhiş tiştên ku me jiyan kirî, nejîn.
Hêzên me dema ku qezayên rê tên ragihandin lêkolînê dikin û eger di encama qezayê de birîndar tune be, tenê erebe tê sekinandin, lê eger di encama qezayê de birîndar hebin, ajokar bi erebeya xwe ve tê girtin û debta qezaya trafîkê ji niyaba giştî ya girêdayî dadgeha gel re tê veguhestin.
Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Qezayên trafîkê û binpêkirinên trafîkê tê de zêde bûne, ji ber vê yekê jî hêzên me ji bo ewlekarî û parastina we di seranserê saetê de kar dikin, tu carî dudilî nebin ku hûn binpêkirinên trafîkê ragihînin..
الطفل جابر محمود، عمره 10 سنوات، في طريقه إلى الفرن لجلب الخبز لأهله، وعند وصوله لطريق الكورنيش في مدينة قامشلو الشهر الماضي، دهسته سيارة ولاذ سائقها بالفرار تاركاً جسده على الشارع.
أسعف المواطنون المارة جابر إلى مشفى مشفى السلام، حيث كان يعاني من جروح خطيرة ونزيف ، وبعد دقائق من الحادث اتصل أحد الأشخاص الذين شهدوا الحادثة بمكتب الضبوط والتحقيق لتقديم بلاغاً عنها.
وفور استلام هذا البلاغ، شكّل أعضاء المكتب دورية توجهت لمكان الحادث، وقامت بمراجعة كاميرات المراقبة المنتشرة في الشارع، لتتأكد من مواصفات السيارة، قبل أن تتوجه للمستشفى للإطمئنان على صحة الطفل.
عن الحادثة يروي محمد سلامة عضو في ادارة مكتب الضبوط والتحقيق في مدينة قامشلو ”بعد انتهاء دوامي الرسمي، وأنا في طريقي للمنزل، شاهدت سيارة لها نفس مواصفات تلك التي دهست الطفل، كانت مركونة مقابل أحد المعاهد التعليمية في المدينة“.
اتصل الرفيق محمد بالدورية، إلا أنها لم تتمكن من اللحاق بالسيارة، و في اليوم التالي، وفور وصوله إلى المركز، شكل محمد دورية وانطلقوا نحو المكان الذي شاهد فيه السيارة في اليوم السابق، ونصبوا لها كميناً.
وما إن مرّت السيارة في الشارع سُرعان ما تمت ملاحقتها وتوقيفها وإلقاء القبض على صاحبها.
حُوّلت السيارة إلى كراج الحجز، ووضع السائق في السجن بحسب الاجراءات القانونية المتبعة لمؤسسة قوى الأمن الداخلي في شمال شرق سوريا.
أبو الطفل جابر قال ”لم أتوقع توقيف السائق الهارب على أيدي قوى الأمن الداخلي بهذه السرعة، أنا ممتن لجهودهم، وأتمنى ألا تعيش أي عائلة ما عشناه بسبب سواقته الرعناء“.
وتحقق قوى الأمن الداخلي بالحوادث الطرقية فور التبليغ عنها، وفي حال لم يتسبب الحادث بأية إصابات يتم حجز المركبة فقط، أما إذا تسبب الحادث بإصابات فيتم توقيف السائق مع مركبته وتحويل ضبط حادث السير إلى النيابة العامة التابعة لمحكمة الشعب.
تشهد مناطق شمال شورق سوريا زيادة في حوادث السير والمخالفات المرورية، كما تعمل أقسام قوى الأمن الداخلي على مدار الساعة لأمنكم والحفاظ على سلامتكم، فلا تترددوا بالتبليغ عن أي حادث مروري تتعرضون له او مشاهدة مخالفة مرورية قد تودي بحياة أحد المواطنين وأبنائهم للموت والجريمة .