Nivîsgeha Koordînasyona Eşîran a girêdayî hêzên me, duh, Şemiyê 23’ê Tîrmehê, bi mezin rûspiyên eşîrên bajarokê Til Koçer re civînek li dar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdên me dest pê kir û gelek eşîre û nûnerên saziyên sivîlî beşdar bûn û bi axaftina rêveberê Nivîsgeha Kordînasyonê “Dewran El-Haşimî” civîn dest pê kir. Tê de li ser girîngiya hevrêzî û alîkariyê di navbera gel û hêzên me de ji bo yekkirina ewlehî û aştiyê, û riya gelê me û herêmên me yên tijî qurbanî û serkeftin û nehiştina teror û aliyên dijmin ku ziyanê li ser gelê me bikin, axivîn. Her wiha li ser binpêkirinên dewleta Tirk û gefên li ser herêmên me bi armanca têkbirina ewlekarî û aramiya herêmên me û têkbirina gel bi hincetên derew, hatin axaftin.
Rê li ber mezinên eşîran û nûnerên saziyan hatin vekirin da ku nîqaş û pêşniyarên ku piştgiriya ewlehiya herêmê dikin û parastina jiyana hemû pêkhateyan di çarçoveya îmkanên hêzên me de ji bo avakirina civakeke ewle pêk bînin, pêşkêş bikin.
Tiştê Hêjayî gotinê ye ku ev civînên ku ji aliyê nivîsgeha Kordînasyona Eşîran a girêdayî hêzên me ve tên lidarxistin, bi armanca pêşxistina alîkariyên berdewam di navbera hemû pêkhateyên gelê me û hêzên me de ji bo ewlekarî, aştî û aramiya herêmên me bidest bixin.
أقامَ مكتب التنسيق العشائري التابع لقواتنا اجتماعاً بكبار ووجهاء العشائر في بلدة تل كوجر أمس السبت 23 تموز / يوليو.
بدأ الاجتماع بالوقوف دقيقة صمت تكريماً واحتراماً لأرواح شهدائنا الأبرار، وحضر العديد من كبار العشائر وممثلي المؤسسات المدنية، حيثُ بدأ الاجتماع بكلمةٍ لإدارة مكتب التنسيق ” دوران الهاشمي ” تضمنت أهمية التنسيق والتعاون بين الأهالي وقواتنا في ترسيخ الأمن والسلام ومسيرة شعبنا ومناطقنا المليئة بالتضحيات والانتصار وعدم السماح للإرهاب والجهات المُعادية في النيل من أبناء شعبنا، كما تم التَّحدُّثِ عن تعديات الاحتلال التركي وتهديداته لمناطقنا بهدف زعزعة أمن واستقرار مناطقنا والنيل من الأهالي بحججٍ واهية .
ليُتاح المجال للوجهاء وممثلي المؤسسات في النقاش والاقتراحات التي تدعم أمن المنطقة وتسهم في المحافظة على أرواح كافة المكونات التي سيتم تطبيقها ضمن إمكانات قواتنا لخلق مجتمعٍ آمن .
يُذكر أن هذه الاجتماعات التي يقوم بها مكتب التنسيق العشائري التابع لقواتنا تَهدُف لتعزيز التعاون المُستمر بين جميع مكونات شعبنا وقواتنا لتحقيق أمن وسلامة واستقرار مناطقنا.